-5 % Basımı Yok Psychology Kurdî - 1

Psychology Kurdî
Di vê hejmarê de Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya 'Zarok, Şer û Trawma' derbarê trawmayê de me agahdar dike û rê û rêçikên çareseriyê bi me dide nasîn. Derûnnas Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi hevpeyvîna xwe ya balkêş tevlî me dibe. Bi pisporiya xwe trawma û nexweşiyên trawmayê dinirxîne û rêbazên dermankirinê nişan dide. Derûnnas Hemed Elî QOSERÎ bi nivîsa xwe ya 'Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê-NSPT' trawma, trawmaya derûnî û NSPTê bi hûrgilî bi xwendevanan dide nasîn. Zimannas/Lêkolîner Deham EBDULFETTAH bi nivîsa xwe ya 'Zaravayên (Termên) Hevbeş û Jiyana Mezin ya Hişmendiyê' li ser girîngiya zimên radiweste. Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya 'Bi Zarokan re Aheng û Reftariyên Bêpergal' xwezaya reftariyên zarokan û bêpergaliya wan bi awayekî zanistî li ber çavan radixîne û di vî warî de pêşniyazên pisporan pêşkeşî xwendevanan dike. Mamoste Murat KAN bi nivîsa xwe ya 'Perwerdeyo Arizî' li ser pirsgirêkên perwerdehiya taybet disekine û vê bi xwendevanan re parve dike. Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya 'Bêçaretiya Fêrbûyî' bi mînak û çîrokan bêçaretiya fêrbûyî dide nasîn. Lêkolîner/Nivîskar Medeni FERHO bi nivîsa xwe ya 'Di Rêkûpêkiya Civakê de Rola Edebiyat û Jiyana Mezin ya Hişmendiyê' behsa rola zimên, civak û wêjeyê dike. Dermansaz Etman YAVUZ bi nivîsa xwe ya 'Epîgenetîk' li ser guherîna îfadeya genan disekine û bi pêkenokeke ku mijarê çareser dike, nivîsa xwe bi dawî dike. Rojnamavan/Nivîskar Rêşad SORGUL bi nivîsa xwe ya 'Ziman û Çapemeniya Kurdan' di çapemeniyê de girîngiya kurdî vedibêje. Vecdî DEMÎR bi nivisa xwe ya ‘Hamlet: Lehengeki Derûnkolînerî’ ku ji aliyê Aydin RENGÎN ve hatiye wergerandin behsa aloziya Oedîpus û derûnkolîniye dike. 
Herwiha Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya 'Zarok û Trawma' 
behsa bandora trawma û dermankirina wê dike. 

Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, ji ber alîkariyên curbicur em spasî Zimannas/Lêkolîner Husein MUHAMMED, Akademîsyen/Nivîskar Perwîz CÎHANÎ, Akademîsyen/Nivîskar Ramazan PERTEV, Nivîskar/Lêkolîner Roşan LEZGÎN, Nivîskar/Lêkolîner Mamê ELÎ  û Rojnamevan Aslan ASLAN dikin.

Details
PublisherPsychology-Kurdi
Paper72
LanguageKurdish
Basım Yılı2016
CategoryKürtçe-Dergi

Write a review

Please login or register to review

Psychology Kurdî - 1

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 10.00TL
  • 9.50TL
  • Ex Tax: 9.50TL
  • Price in reward points: 1200

Tags: Psychology Kurdî, kürtçe psikoloji dergisi, derunnasi

Loading...