Ev berhem bi sê zimanan û du zaravayên kurdî (soranî-
kurmancî), tirkî, farisî pêk hatiye. Berhema ku di qada xwe de yekem e bi du
alfabeyan –latînî û aramî (erebî) hatiye amadekirin. Ev berhem di serî de ji bo
geştiyaran, ji bo her kesî berhemeke bêhempa ye. Di berhemê de axivtinên rojane
esas hatine girtin. Berhem, ji bo kesên ku dixwazin zimanekî ji wan zimanan
bizanin, berhemeke gelek sûddar e. Di binê her sermijarê de hevokên girêdayî wê
mijarê hatine dayîn. Ev pirtûk, ji bo kesên ku diçin başûrê Kurdistanê, kesên
ji başûrê Kurdistanê têne bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, kesên biçin Îranê yan jî
ji Îranê bêne Tirkiyê, ku bikaribin ji hev û du fêm bikin gelek sûddar e. Berhem
ji 512 rûpelan pêk tê. Dawiya berhemê de ferhengokeke berfireh jî hatiye
amadekirin.
Details | |
Publisher | Sîtav-Yayınları |
Paper | 512 |
Language | Kurdish-Turkish-Farisî |
ISBN | 978-605-81395-8-9 |
Category | Konuşma Klavuzları |