-35 % Basımı Yok Bir Türk Subayının Ağrı İsyanı Anıları
  • bi wêne 
  • Bi lêgerîn û amadekirina nivîskar Rohat Alakom pirtûka “Bîranînên Serbazekî Tirk ên Serhildana Agiriyê”, ya ku ji serpêhatî û bîranînên serbazê artêşa Tirkiyê Zühdü Güven ji salên serhildana Agiriyê pêk tê, di nav weşanên Avesta da ronahî dît.

    Serhildana Agirî ku ji sala 1926an heta 1930an domkir yek ji wan serhildanên kurdan ê bi hêztir û demdirêjtir ê di nîveka yekemîn a sedsala 20an bû. Di derbarê vê serhildanê da em heta niha tenê ji bîranînên kurdan wek yên İhsan Nuri Paşa, Nadir Begê Heyderî, Qedrî Cemil Paşa û Hesen Hişyar agahdar dibûn.

    Lê ji aliyê eniya dewleta Tirk a di dema serhildanê da heta niha tenê çavkaniya serekerkaniya Tirkiyê eşkere bûye. Ev çavkanî ji aliyê dezgehekê hatiye amadekirin ku ew bi tenê ji brîfîng û raporên leşkerî pêk tê. Xên ji vê heta niha ti agahiyên ji kesên ku di eniya dewletê da di şerê li dijî serhildana Agiriyê cîh girtibûn çap nebûbûn ku em bikaribin ji wan fêr bibin, ka gelo bi çavê wan efserên dewletê ev serhildan çawa diyar dibe, serpêhatiyên wan çi nin, wan wê demê çi dîtine, bihîstine û hîs kirine.

    Lê niha, piştî ku heyştê sal ji ser van bûyeran ra derbas bûn, ev cara pêşîn e ku em bi saya xebateke Rohat Alakom dikarin agahdar bibin, ka gelo serbazekî tirk ê ku di sala 1929 an tê Serhedê û 3 salan di eniya artêşa Tirkiyê da beşdarî gelek şerên li dijî serhildana kurdan dibe, bi çi awayî qala vê serhildanê dike, qal û bûyerên wan salan bi çavên wî çewa diyar dibin û tên şirovekirin. Ev serbazê tirk yekî bi navê Zühdü Güven e ku ji tîrmeha sala 1929an heta 7ê îlona 1932 li Îdir, Qulp, Kaxizman, Qers, Bazîd, Agirî, Tendurek û Ebexê (Çaldiran) maye û beşdarî tevgerên artêşa tirk ên li hember serhildêran bûye û wê demê bîranînên xwe bi rojane nivîsiye.
Details
PublisherAvesta-Yayınları
Paper160
LanguageTurkish
CategoryAni-Hatira-Günlük

Write a review

Please login or register to review

Bir Türk Subayının Ağrı İsyanı Anıları

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • Views: 48

  • 22Quantity Sold
  • Satıcı: Pirtukakurdi
  • Urun Durumu:Sıfır
  • ISBN:978-605-5585-
  • Kategori
  • Product Code: AVESTA0282
  • Reward Points: 32
  • Availability: Basımı Yok
  • 16.00TL
  • 10.40TL
  • Ex Tax: 10.40TL
  • Price in reward points: 1920

Tags: Bir Türk Subayının Ağrı İsyanı Anıları, Avesta Yayınları, Rohat Alakom, Rohat Alakomun kitapları,

Loading...