-10 % Roji Kurd 1913 (Di Sedsaliya Wê De)

Rojî Kurd, anku Roja Kurd, kovareke kurdan a bi kurdî û tirkî bû.

Kovara Rojî Kurd di sala 1913'an de li Stembolê bi kurdî (kurmancî-soranî) û tirkî derket. Xwedî îmtiyaz û mudîrê wê yê mesûl: Evdilkerîmê Silêmaniyê bû. Di bin navê kovarê de bi tirkî weha hatiye nivîsîn: "Şimdilik ayda bir neşr olunur" (Nika mehê carekê derdikeve). Li ser qapaxa hejmara pêşîn a kovarê rismê Selahedînê Eyûbî, li ser hejmara diduyan rismê Kerîmxanê Zend, li ser ya sisêyan rismê Huseyin Ken'an Paşayê Bedirxanî (1857-1913, kurê Mîr Bedirxan bû, li girava Girîdê ji dayik bûye) û li ser ya çaran jî rismê bajarê Erzerûmê hebû.

Her sê hejmarên pêşîn ên kovara Rojî Kurd, ji aliyê Cemal Xeznedar ve, di 1981'ê de li Bexdayê ji nû ve wek cild hatin çapkirin. Pişt re di2005'an de Ebdulla Zengene, li Silêmaniyê her çar hejmar bi hev re çap kirin.

Her hejmareke wê 32 rûpel bû. Ebada wê (li gor çapa nû): 24,2x17 cm bû.

Rojî Kurd, organa Civata Telebeyên Kurdan Hêvî (Kurd Talebe-î Hêvî Cemiyeti) bû. Ev cemiyet jî di 1912'an de li Stembolê hatiye damezrandin.

Weşandina kovara Rojî Kurd di 1913'an de hate sekinandin, lê li şûna wê kovara Hetawî Kurd dest bi weşanê kir.

Details
Publisherİstanbul-Kürt-Enstitüsü
LanguageKurdish
CategoryKürtçe-Dergi

Write a review

Please login or register to review

Roji Kurd 1913 (Di Sedsaliya Wê De)

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 35.00TL
  • 31.50TL
  • Ex Tax: 31.50TL
  • Price in reward points: 4200

Tags: roji kurd, 1913, kürtçe, koma xebaten, kurdolojiye, istanbul kürt enstitüsü (di, sedsaliya, , de), kurdish, institute, istanbul istanbul İstanbul

Loading...