x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-24 % Seta Arjen Arî  - Hemû Berhem

Ji 10 pirtûkên Arjen Arî pêk tê. Hemû berhemên wî ne


1- Efendîno

2- Şêrgele

3- Eroûtîka

4- Çil Çarîn

5- Heftê û Du Nefî

6- Ev Çiya Rûspî ne

7- Şi'îr û Sînor

8- Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî

9- Destana Kawa û Azhî Dehaq

10- Gorî û Bindest



Arjen Arî yê ku di sala 2012an de hêj di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir li dû xwe gelek berhemên hêja hiştin. Şairê nemir xwedî 9 dosyeyên helbestan e. Ev 9 dosye, Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê ku di sala 2016an de bi biryarnameyeke di hukmê qanûnê de hate girtin jî tê de, ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatin çapkirin. Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re, weke setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin.

Di nav vê setê de kitêbên bi navê ““Şêrgele”, “Ev Çiya Rûspî ne”, “Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî”, “Eroûtîka”, “Çil Çarîn”, “Efendîno”, “Destana Kawa û Azhî Dehaq”, “Heftê û Du Nefî” û “Şi’îr û Sînor” hene.

Helbestên wî piştî salên 1980yî bûn kelehên berxwedanê. Bi rêya helbestan tim li hemberî dagirkerên welatê kurdan serî rakir û banga berxwedanê kir; wekî di helbesta xwe ya bi navê Ev Çiya Rûspî ne de gotiye:

me lome nekir ji wan 

na na, û ne ji yekî! 

navê lawê xwe kiribe Sîpan kurdekî 

me lîland 

loma, bi Sîpan in stranên me 

ka bistrê, heyran!


Arjen Ari kî ye?

Di sala 1956an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve hate dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Nisêbînê kuta kir. Di sala 1979an de ji Zankoya Dîcleyê, ji beşa Zimanê Tirkî mezûn bû. 

Helbestên wî di kovarên weke Berbang, Tîroj, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Rewşen, Nubihar, Gulistan, Kevan, Peyv, Nûbûn û Karwan de hatin weşandin. Di sala 2004an de yek ji avakarên Komeleya Nivîskarên Kurd bû li Amedê. 

Di 30ê Cotmeha 2012an de ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe û li Goristana Yenikoyê ya li Amedê hate definkirin. 




Details
PublisherSor Yayınları
Paper750
LanguageKurdish
CategoryKürtçe Şiir Kitapları

Write a review

Please login or register to review

Seta Arjen Arî - Hemû Berhem

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

40 TL İndirim

600 TL siparişinize 40 TL indirim. Sepetim sayfasında kullanabilirsiniz. Kupon: İNDİRİM40

  • 250.00TL
  • 190.00TL
  • Ex Tax: 190.00TL
  • Price in reward points: 18800

Tags: Seta Arjen Arî, Hemû Berhem, arjen ari, helbestên arjen ari, helbest, kürtçe şiir, Efendîno, Şêrgele, Eroûtîka, Çil Çarîn, Heftê û Du Nefî, Ev Çiya Rûspî ne, Şiîr û Sînor, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Destana Kawa û Azhî Dehaq, arjen ari seti