x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
6. Kış Kitap Fuarı Başladı. %60'a varan indirim
-35 % Tarîxa Dinêserê

Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajarana bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin. Lêbelê, li perîferiya împaratoriyan gelek bajar hene, di warê ilmî, çandî, aborî û siyasî de hîç ji van bajarana kêm nîn in. Bajarên Mezopotamyaya Bakur yên ku kurd lê niştecih in tu demê eleqeya heq dikin nedîtine. Dîroknûsiya serdest ku bi refleksek or­yantalîst û kolonyalîst dîroka xwerêxistinkirina kurdan a bajarî, siyasî û civakî; bi giştî bi gund, çiya, eşîr, koçberî û çolteriyê pênase dike, kurdan bi taybetî ji jiyana bajarî û aîdiyetên wê yên çandî, ilmî û siyasî bêpar û mehrûm dihêle. Ji ber vê nêrîna serdest, dîroka gelek bajarên kurdan ên qedîm an nehatiye nivîsîn an jî li ser tarixa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî dîroka bajarên qedîm yan li refên arşîvan de li benda rizînê hatine hiştin, yan jî bi zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Ev berhema ber destê we, xebateke xwedî taybetiyeke wiha ye. Biçûk be jî dixwaze parçeyek muhîm yê dîrokeke qedîm ji tunebûn û rizînê xilas bike. Tarîxa Dinêserê hem ji bo xwendevanên ‘jirêzê’ yên eleqe nîşanî dîroka serdema navîn a kurdan û Îslamê didin, hem jî ji bo dîroknas û lêkolîneran berhemeke muhîm e.

Details
PublisherPeywend-Yayinlari
Paper172
LanguageKurdish
Basım Yılı2017
PreparedMela Birhanê Tarînî
ISBN9786056609121
CategoryKürt-Tarihi-ve-Araştırmaları-Kitapları

Write a review

Please login or register to review

Tarîxa Dinêserê

Ücretsiz Kargo

100 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 22.00TL
  • 14.30TL
  • Ex Tax: 14.30TL
  • Price in reward points: 2160

Tags: Tarîxa Dinêserê, ibnu ilalmış, peywend yayınları, mela birhane tarini