Click Image for Gallery
Ez erdkolok im. Şikestiyên hestiyan
baş dizanim. Kûrahiya çalan baş dizanim. Giraniya miriyan baş dizanim. Sariya
axan baş dizanim. Ji xeynî min kes nikare bi pûte nêzîkî wî bibe. Ji xeynî min
kes nikare xweliyê bi dilziravî ji ser wî bavêje. Ji xeynî min kes nikare laşê
wî yê wendayî bibîne.
Ji bin lihêfê dertêm. Bi Îlyas re
diaxivim. Şer dikim. Jê dixeyîdim. Hembêz dikim. Li wêneyên me yên daliqandî
dinêrim. Di binê qolincên wî de wenda dibim. Dibim zarok. Dibim dergûş. Li min
dibe sîber. Dibe dar. Dibe kok…
Details | |
Paper | 148 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2021 |
ISBN | 9786057478276 |
Ebat | 13 x 19.5 |
Category | Kürtçe Roman ve Novel |