x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
6. Kış Kitap Fuarı Başladı. %60'a varan indirim
-30 % Teyrikên Jirêketî

Di berhevoka xwe ya bi navê “Teyrikên Jirêketî” de, Tagor pendine jîyanî bi awayekî helbestî û felsefeyî yê kûr pêşkêş û berbiçav dike, ew yek danheva serpêhatîyên wî ye, ên dagirtî bi jîyanê di jîyanê de. 
Meraqa wî ya herî kûr û aza tê de ew bû ku dîmena heyîna mirovane ya gelemper di ser hemû êşên xwe re berz û bilind bike, ew yek jî bi bişaftina bîsteka jîyanî, di rêya gotinê re, di kovika bawerîyeke kûr bi mirov û bi heyînê wekî hev tek bi tek de. Ew xem û meraqa ku piranîya hîndekarî, felsefe û olên dêrîn li dorê diçûn û dihatin. 
Dibe ku Tagor bi zimanê xwe yê tenik ê birînveker di berhevoka xwe de, dixwest gazî me bike da ku em çendekekê rawestin û li naveroka jîyana xwe di vê heyînê de temaşe bikin, di ser vê yekê re jî, ew ji me re vexwendineke lezgîn e ku em xwe ji hemû girêdanên teng û lipeyçûnên astengdar, di rêya pêşketinê de, rizgar bikin û di lêgerîna têkûzîyê di heyînê de, em xwe dîsa ji hemû rengên mejîgirtinê, li seranserî cîhanê, dûr bikin. 
Bi pendên xwe yên kûr û bi helbestên xwe yên rengereng mîna keskesorê, Tagor me li ser baskên firindeyên xwe yên jirêketî dike û me li windageha nîgaşdanka jîyana me ya kambax digerîne, bi hêvîya ku pareke me ji çakzanîya wî ya deryayî hebe!

Details
PublisherLis-Yayinlari
Paper130
LanguageKurdish
Basım Yılı2016
CategorySiir-Helbest

Write a review

Please login or register to review

Teyrikên Jirêketî

Ücretsiz Kargo

100 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 25.00TL
  • 17.50TL
  • Ex Tax: 17.50TL
  • Price in reward points: 2400

Tags: Teyrikên Jirêketî, Lis Yayınları, weşanen lis, Rabındranath Tagore,