Arica - Kurdica
Kovara Arica-Kurdica bi giranî zman, c̰and, dîn û wêjeya Proto-Arî û Kurdî ji xwa ra bingeh digire. Jiber vê yekê dê ji niha û pê va di kovara Arica-Kurdica da bi gis̰tî lêkolîn û gotarên di derbarê zmanê Proto-Arî û têkiliya wî ya bi Pan-Kurdîzm’ê û Kurdan va girêdayî werin amade kirin û wes̰andin. Di vê hejmara yekem ya Arica-Kurdica’yê da bi gis̰tî du mijarên zmanî yên sereke hatinn b’ cî kirin:
(1) Ferhengoka Proto-Arî ↓ (46 rupel)
(2) C̰end dac̰ekên Proto-Îndo-Ewrupî yên di Pan-Kurdî da ↓ (42 rupel)
Ev her du lêkolînên di kovara Arica-Kurdica’yê da bes̰eke projeyeke kevin inn û di kovarê da bi tevî formateke kurt hatine b’ cî kirin.
[ Ferhengoka Proto-Arî ]
Di vê ferhengokê da peyîvên Proto-Arî bi tevî tes̰eyên Proto-Îndo-Ewrupî û Pan-Kurdî (~ Pan-Kurdîzm) û zmanên din hatine b’ tomar kirin. Tê da fonolojî û bêjnasiya dîrokî ciyekî taybet digire û bi hessesiyeteke mezin hemî deng û peyîv yek bi yek di nav bêjinga tuj ya zmannasiyî ra hatine derbaz kirin, weke nimune:
*dRaHǰʰas- ‘drêjî’ (rbb. *dr̥Hgʰá-) ← *dReHǰʰ-es- < proto-îe. *dleh1gʰ-es- (digel *dl̥h1gh-ó-).
av.c. drājah- ‘drêjî’ < *dleh1gʰ-es-.
kuKurm.n. drêj [drḗž] ← kuKurm.nv. *drā́ž ← kuKurm.k. *drāǰah- < proto-ku. *draHǰʰah/s- ‘drêj-î’.
kuBel.n. drāǰ ‘drêj’.
pehl. drāz ‘drêj’.
fars.n. dirāz ‘drêj’.
rbb. ved. drāgh-mán- ‘drêjî’ < *draHgʰ°-.
[ C̰end dac̰ekên Proto-Îndo-Ewrupî yên di Pan-Kurdî da ]
Di vê bes̰ê da mijara sereke dac̰ekên Pan-Kurdî û tes̰eyên van yên di serdema Proto-Kurdî, Proto-Arî û Proto-Îndo-Ewrupî da nee:
di: di-kim, di-kir û hwd. (← proto-ar. *da ← proto-îe. *de, *do)
d … da: di malê da, di turikê da û hwd. (↑)
ra-: ra-kirin, rabûn û hwd. (← proto-kurd. *fra < proto-ar. *pra < proto-îe. *pro)
ra: ji min ra, di nav ra û hwd. (← rāh ← *rād ← < proto-ar. *rātī)
ve-: ve-kirin, ve-bûn û hwd. (← *wa ← *pa ← proto-ar. *apa < proto-îe. *ʰépo)
va: ji der va, b’ wir va c̰û û hwd. (← proto-kurd. *awa ← proto-ar. *aw-a < proto-îe. *aw-o)
Ev her du lêkolîn jî ji hêla îndo-ewrupîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyahnî S̰ahîn va ligorî methodên zmannasiyî û akademîk hatine amade kirin.
| Yayınevi | : | NA YAYINLARI |