Son kalan ürün: 0
Barzan Digirî

Barzan Digirî

(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
0 Adet
Stok Kodu
SİTAV0063
Stok Durumu
Stok Sorunuz
Fiyat
3,67 USD + KDV
%25 indirim
3,67 USD
2,75 USD

Dema behsa Enfalê tê kirin piranî Helepçe tê zanîn. Ango wisa tê zanîn ku di Enfalê de qetlîama Helepçe pêkhatiye û zêdetirî Pênc hezar însan hatine qetilkirin. Lê di Enfalê de 182 hezar însan hatine qetilkirin. Helepçe parçeyek e ji Enfalê. Wekî Helepçê parçeyekî mezin yê Enfalê enfalkirina Heşt Hezar Barzaniyan e. Leşkerên Seddam di sala 1983’an de rojekê êrîşê dibin ser gundên devera Barzan û kampên ku barzanî tê de digirtin. Di vê êrîşê de di ser 12 saliyê re tu zilamekî nahêlin, ango 8000 mirovan digirin û dibin. Ew 8000 mirov careke din li malên xwe venagerin. Di sala 2006’an de 500 cenazeyên wan li bakûrê Bexdayê di goreke komî de hatin dîtin. Cenazeyên wan anîn devera Barzan veşartin. Heta niha tenê ew cenaze hatine dîtin. Ji 7.500 kesên din hê jî tu agahiyek tune ye.

Heta niha li ser vê jenosîdê tu kesê roman nenivîsiye. Yekem car e  romana Enfalê ji aliyê Bûbê Eser ve tê nivîsandin. Ev roman parçeyek ji  jiyana Mela Mistefa Barzaniyê nemir û sedemên pêkhatina Enfalê ye bê ka Enfal bi piştgiriya welatfiroş û xwefiroşan çawa pêk hatiye. Roman ji devê şahideke zîndî ya wê demê, pêk hatiye. Ev şahida zindî bi eslê xwe jineke rûs e ku dema Barzanî û pêşmergeyên xwe çûne Sowyetê û li wir bi pêşmergeyekê re zewciye. Wê jinê di şerê di navbera Sowyet û Elmanyayê de bav û birayê xwe windakirine. Di Enfala 8000 Barzaniyan de jî Mêr, kur û du zawayên xwe windakirine. Ev roman wekî dîrokeke zindî ji devê vê jina şahida zîndî pêkhatiye.  

Bûbê Eser bi keda heft salan ev romana giranbuha ji bo we xwendevanên hêja amade kir û pêşkêşî we xwendevanên ezîz kir. 

Hûnê di vê romanê de êş û elemeke wisa bibînin ku hûn bi xwe jî dê bibin hevparê wê êşa ku li tu dereke dinyayê nehatiye dîtin. Hûnê bibînin bê ka çima li devera Barzan jin hîn jî şînê digirin û cilên reş li xwe dikin. Hûnê bibînin ka çima di sala 1984’an heta sala 1992’an li devera Barzan zarokek nehatiye dinyayê. Hûnê gelek tiştan di vê romanê de bibînin ku wekî janeke zirav dê xwe berde nava we.

De fermon hûn û romana Barzan Digirî…  

Yayınevi : Sitav Yayınları
Sayfa Sayısı : 230
Basım Yılı : 2017
ISBN : 9786056742217
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Kovareke giranbiha
O... K... | 30/05/2025
Kürtler için yapılmış güzel şeylerden bir tanesi
M... A... | 16/04/2025
siparişler hızlıca ulaşıyor, kategori çok. beğendim.
A... U... | 05/04/2025
Sizlerden gayet memnunum emeğinize sağlık
M... A... | 12/03/2025
Harikaydı
Serdar KÖMÜRCÜ | 22/01/2025
Gayet pratik ve hoş
Muzaffer Bora | 12/01/2025
Hızlı teslimat sağlandı .çok iyi bir şekilde bantlanmış teşekkürler. Gayet memnunum. Xwedê we bihêle .
A... Y... | 11/01/2025
&ddjmsd
RODEM ÇAÇAN | 06/01/2025
Sizi seviyorum Pırtukakurdi
Birsen KORKMAZ | 11/12/2024
Berbat
Sema Koç Soğancı | 29/11/2024
Barzan Digirî Dema behsa Enfalê tê kirin piranî Helepçe tê zanîn. Ango wisa tê zanîn ku di Enfalê de qetlîama Helepçe pêkhatiye û zêdetirî Pênc hezar însan hatine qetilkirin. Lê di Enfalê de 182 hezar însan hatine qetilkirin. Helepçe parçeyek e ji Enfalê. Wekî Helepçê parçeyekî mezin yê Enfalê enfalkirina Heşt Hezar Barzaniyan e. Leşkerên Seddam di sala 1983’an de rojekê êrîşê dibin ser gundên devera Barzan û kampên ku barzanî tê de digirtin. Di vê êrîşê de di ser 12 saliyê re tu zilamekî nahêlin, ango 8000 mirovan digirin û dibin. Ew 8000 mirov careke din li malên xwe venagerin. Di sala 2006’an de 500 cenazeyên wan li bakûrê Bexdayê di goreke komî de hatin dîtin. Cenazeyên wan anîn devera Barzan veşartin. Heta niha tenê ew cenaze hatine dîtin. Ji 7.500 kesên din hê jî tu agahiyek tune ye.Heta niha li ser vê jenosîdê tu kesê roman nenivîsiye. Yekem car e  romana Enfalê ji aliyê Bûbê Eser ve tê nivîsandin. Ev roman parçeyek ji  jiyana Mela Mistefa Barzaniyê nemir û sedemên pêkhatina Enfalê ye bê ka Enfal bi piştgiriya welatfiroş û xwefiroşan çawa pêk hatiye. Roman ji devê şahideke zîndî ya wê demê, pêk hatiye. Ev şahida zindî bi eslê xwe jineke rûs e ku dema Barzanî û pêşmergeyên xwe çûne Sowyetê û li wir bi pêşmergeyekê re zewciye. Wê jinê di şerê di navbera Sowyet û Elmanyayê de bav û birayê xwe windakirine. Di Enfala 8000 Barzaniyan de jî Mêr, kur û du zawayên xwe windakirine. Ev roman wekî dîrokeke zindî ji devê vê jina şahida zîndî pêkhatiye.  Bûbê Eser bi keda heft salan ev romana giranbuha ji bo we xwendevanên hêja amade kir û pêşkêşî we xwendevanên ezîz kir. Hûnê di vê romanê de êş û elemeke wisa bibînin ku hûn bi xwe jî dê bibin hevparê wê êşa ku li tu dereke dinyayê nehatiye dîtin. Hûnê bibînin bê ka çima li devera Barzan jin hîn jî şînê digirin û cilên reş li xwe dikin. Hûnê bibînin ka çima di sala 1984’an heta sala 1992’an li devera Barzan zarokek nehatiye dinyayê. Hûnê gelek tiştan di vê romanê de bibînin ku wekî janeke zirav dê xwe berde nava we.De fermon hûn û romana Barzan Digirî…   SİTAV0063
Barzan Digirî

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.