Bazeber

Bazeber

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
89 Adet
Stok Kodu
AVESTA0706
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
12,04 USD + KDV
%25 indirim
12,04 USD
9,03 USD

­Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Sala 1914an gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’îd fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe. Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê û li wir hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin. Li ser daxwaza Nikitin, hejmareke zêde ya hekayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdorên wê dinivîse. Mela Se’îd sala 1918an di temenê navsere de her bi destê mirovên xwe tê kuştin. Piştî şoreşa 1917an li Rûsya, Nikitin mişext dibe Parîsê û destnivîsên Mela Se’îd ligel xwe dibe û çendek ji wan çap dike. Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê piraniya destnivîsan di arşîvan de neçapkirî û nenas dimînin. Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine. 

Mela Se’îd Şemdînanî di van nivîsarên xwe de bi çavê zanayekî dunyewî û ronakbîr li meseleyên siyasî û civakî yên dema xwe dinêre, û bi hekayetbêjî û bi rewanbêjiya xwe ya sersûrker tabloyeke rengîn a Kurdistana sedsal berê dikêşe ku tê de ji metelokên heywanan heta çîrokên şexsiyetên deverê, ji serhildanên kurdan li dijî dewleta Osmanî heta şerên di navbera eşîretan de, ji nîqaşên dînî heta dîroka terîqetên herêmê behs û babetên cihêreng cih digirin.

Piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî, Mela Se’îd Şemdînanî duyemîn stûnê pexşana kurdî ye ku dê bi vê berhemê çêtir bê nasîn. Lê ev nivîsarên Mela Se’îd herwiha bazeber in, anku “kevirên di ser re bazdanê” ne, ji zemanê mîr û şêxan bo zemanê dewletên navendî, ji serdema berî şerî bo piştî şerî, ji cîhana devkî ya kurdî bo cîhana nivîskî, û ji edebiyata kurdî ya rist û helbestan bo ya pexşan û paragrafan.

Yayınevi : Avesta Yayınları
Sayfa Sayısı : 312
Basım Yılı : 2021
ISBN : 9786257253208
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Bazeber ­Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Sala 1914an gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’îd fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe. Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê û li wir hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin. Li ser daxwaza Nikitin, hejmareke zêde ya hekayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdorên wê dinivîse. Mela Se’îd sala 1918an di temenê navsere de her bi destê mirovên xwe tê kuştin. Piştî şoreşa 1917an li Rûsya, Nikitin mişext dibe Parîsê û destnivîsên Mela Se’îd ligel xwe dibe û çendek ji wan çap dike. Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê piraniya destnivîsan di arşîvan de neçapkirî û nenas dimînin. Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine. Mela Se’îd Şemdînanî di van nivîsarên xwe de bi çavê zanayekî dunyewî û ronakbîr li meseleyên siyasî û civakî yên dema xwe dinêre, û bi hekayetbêjî û bi rewanbêjiya xwe ya sersûrker tabloyeke rengîn a Kurdistana sedsal berê dikêşe ku tê de ji metelokên heywanan heta çîrokên şexsiyetên deverê, ji serhildanên kurdan li dijî dewleta Osmanî heta şerên di navbera eşîretan de, ji nîqaşên dînî heta dîroka terîqetên herêmê behs û babetên cihêreng cih digirin.Piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî, Mela Se’îd Şemdînanî duyemîn stûnê pexşana kurdî ye ku dê bi vê berhemê çêtir bê nasîn. Lê ev nivîsarên Mela Se’îd herwiha bazeber in, anku “kevirên di ser re bazdanê” ne, ji zemanê mîr û şêxan bo zemanê dewletên navendî, ji serdema berî şerî bo piştî şerî, ji cîhana devkî ya kurdî bo cîhana nivîskî, û ji edebiyata kurdî ya rist û helbestan bo ya pexşan û paragrafan. AVESTA0706
Bazeber

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.