
Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild I-II
(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
97 Adet
Stok Kodu
LS0325
Stok Durumu
Stokta Var
Yayınevi
Fiyat
26,47 USD + KDV
%20 indirim
26,47 USD
21,17 USD
Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild I-II" a Dr. Kemal Mezher Ehmed ku lêanîna wê ya Kurmancîyê ji hêla Zîya Avci ve hatiye kirin û çapa wê ya yekem di sala 1991'ê de li Stockholmê hatiye weşandin, bi çapeke nû û sererastkirî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve tê weşandin.
Lêkolîner û dîroknasê Kurd Kemal Mezher, gelek milên veşartî û nenas ên dîroka gelê Kurd a ji mêj ve û heta piştî Şerê Cîhanê yê Duyem dinivîse. Mijarên pirtûkê yên celebceleb, ji rola Kurdan a di şaristanîtîyê de dest pê dike û digihêje beşdarîya Kurdên Başûrê Kurdistanê di Şoreşa Bîstan û Serîhildana Sala 1948'an a Iraqê de.
Kemal Mezher agahîyine berfireh der barê gelê Kurd de dide. Berhemên rojhilatnasê Sovyetê Gordlevskî, Şerefname li ba Kurdnasên Sovyetê, Serîhildana Mezin a sala 1925'an a Bakurê Kurdistanê, behsa Kurdan a di Neteweyên Yekbûyî de, yekem çapxaneya Kurdî ya li Silêmanîyê, Şoreşa Şêx Mehmûdê Berzencî ya li dijî Îngilîzan, rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê li jêr sîya dagirkerîya Îngilistanê, Pirtûkxaneya Matenadaranê û gelek milên din ên dîroka me ya jibîrbûyî vedikole û dinirxîne.
Der barê Serîhildana Şêx Seîd (1925) de, nivîskar nêrînên rojhilatnasên Sovyetê yên şaş ên lekekirî bi propagandaya Kemalîstên Tirkîyeyê radixe ber çavan û di behsa Rojnameya Kurdistanê de, ew gelek daneyên girîng û baldar ên der barê rojnameya yekem a Kurdî de pêşkêş dike.
Lêkolîna ku ji çend gotarên curbicur pêk hatiye û nivîskarê wê xwe daye pala gelek çavkanîyên cihê yên akademîk û pêbawer, xwedî asteke bilind a zanistî ye ku divê em jê nemînin!
Cilda Duyem jî ji Şerê Şueybîyeyê dest pê dike û mijarên dewlemend û dirêj heta Serîhildana Araratê pê de tê. Bi belge û delîl carinan henek û yarîyên mirov dikenînin, carinan trajedîyên mirov digirînin. Dîroka Kurdan bi awayekî mayînde dixe hişê xwîneran. Der barê çar parçeyên Kurdistanê de name, belge û berhem bi çavekî balkêş rêz dike, vedikole û dinirxîne. Di dawîya Cilda Duyem de beşekî girîng ji Dîroka Wêjeya Kurdî re jî veqetandiye û çêjeke cuda daye berhemê.
Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 699 |
Basım Yılı | : | 2016 |
ISBN | : | 978-605-9295-34-5 |
Çevirmen | : | Ziya Avcı |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Sitenizi çok beğeniyorum. Başarılar
S... A... | 29/07/2025
Ömer Aksoy | 25/07/2025
Kovareke giranbiha
O... K... | 30/05/2025
Kürtler için yapılmış güzel şeylerden bir tanesi
M... A... | 16/04/2025
siparişler hızlıca ulaşıyor, kategori çok. beğendim.
A... U... | 05/04/2025
Sizlerden gayet memnunum emeğinize sağlık
M... A... | 12/03/2025
Harikaydı
Serdar KÖMÜRCÜ | 22/01/2025
Gayet pratik ve hoş
Muzaffer Bora | 12/01/2025
Hızlı teslimat sağlandı .çok iyi bir şekilde bantlanmış teşekkürler. Gayet memnunum. Xwedê we bihêle .
A... Y... | 11/01/2025
&ddjmsd
RODEM ÇAÇAN | 06/01/2025