
Dawiya Dewleta Navendîkirî
Dibe ku têgiha " Dewletê" ya herî pêhtir be ku
bûye cihê lêkolîn û vexepartinê. Gelek teorî der barê wê de hatine dariştin û
gelek nakokî û cudatiyên nêrînan di navbera zanyar û ramanweran de derketine û
her berdewam in. Li serdemên kevin û navîn, dewlet, bi vê têgiha serdemî,
tunebû. Navin din her wekî Emparatorî û Padîşahî dihatin bikaranîn. Piştî ku
şerên olî li Ewropayê ku 30 salan domandibûn li gor rêkeftina Westfaliyayê, di
sala 1648 de, bi dawî hatin, desthilata
dêrê li ser desthilatdariyê hat rakirin û şêweyekî nû ji dewletê hat dariştin:
Dewleta Nûjen.
Dewleta nûjen êdî bûye yek ji rastiyên jiyana siyasî ya
nûdem. Dewletê gelek pênasîn li pey xwe anîne holê û rikberiyeke îdeolojîk
domdar gur kiriye, çunku her pênasînek li gor teoriyeke cihêwaz der barê
peywira dewletê de hatiye dariştin. Lê pênasîna herî berbelav ew e ya ku
ramanwer û civaknasê Almanî Max Weber daye dewletê. Weber dibêje ku dewlet
rêxistineke siyasî ya neçar e li gel hikûmeteke navendî ku bikaranîna rewa ya
hêzê li ser xakeke destnîşankirî diparêze. Tevî ku pênasîna dewletê sade ye, lê
têgiha dewletê û vekolîna esilê dirustbûna wê û bingeha desthilata wê rastî
gelek pirsgirêkan tên. Ji ber ku belgeyên dîrokî li ser destpêka dirustbûna
civakên siyasî yên birêxistinkirî tunene, ji lew re gelek teorî, nêrîn û
ramanên fîlozofî ji bo şirovekirina dirustbûna dewletê peyda bûn.
Yayınevi | : | JEJE YAYINLARI |
Sayfa Sayısı | : | 214 |
ISBN | : | 9786052356746 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |