Denizin Söylediği

Denizin Söylediği

(0) Yorum - 0 Puan
Kategori
Yazar
Stok Adedi
100 Adet
Stok Kodu
LS0035
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
8,10 USD + KDV
%20 indirim
8,10 USD
6,48 USD

Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ji yanzdeh pirtûkên Mustafa Köz ên helbestê, tevî awayê wan ê resen, bi Tirkiya wan û bi wergera wan a bi Kurdî, li jêr navnavên Ay Düşü / Xeyalkirina HeyvêSu Resimleri / Wêneyên AvêYengeç Sepeti / Selika KevjalanSalıdan Önceki Pazartesi / Duşema Beriya SêşemêSonsuzluk Taşta / Abadînî Di Kêvir De yeAteş Bağı / Rezê ÊgirAçık Yara / Birîna NekemidîYazıtlar / Berdenivîsekan û Öncü Yağmur / Barana Serkêş, 47 helbestên bijartî li xwe digire.

Mustafa Köz (j. 1959, Niğde), di helbesta bi Tirkî de deng û rengekî xwe yê resen heye û heta niha yanzdeh pirtûkên wî yên helbestê bi Tirkî derçûne, ku her yekê jê di nava kelepora helbesta bi Tirkî de asteke xwe ya diyar heye. Köz, di helbestên xwe de, bi bergeha xwe ya fireh û bi xewnên xwe yên gulgulî û bi zimanê xwe yê şayîk, her wiha bi babet, ziman û vegotina xwe ya pirrtewek, di helbesta bi Tirkî de, wek yek ji wan kesan tê naskirin, ên ku dikarin pêşengiya qonaxekê bikin. Di helbestên wî de, dîrok û lehengên dîrokî û xweza ciyekî taybet digirin. Ew bi destê helbestê peywendiyeke durist datîne di navbera mirov û xwezayê de. Bi vê helwest û şêwaza xwe ve jî, bi giyanê xwendevanên xwe re çêj û ekleke bedew peyda dike û bi têra xwe dibe sedem ku di hişê wan de rê biçin ser pirsan.

Helbestên ku di Denizin Söylediği / Gotina Deryayê yeyê de hatine berhevkirin û bo Kurdî hatine wergerandin, ji hêla desteya edîtoriyê ya Lîsê û helbestkar Berken Bereh ve hatine hilbijartin. Berken Berehê ku di helbesta bi Kurdî de bergeheke xwe ya fireh û zimanekî xwe yê resen heye, pirtûk bi heman awayî wergerandiye û kiriye malê Kurdî.

Weşanxaneya Lîs sebaret bi derçûna Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ya Mustafa Köz dubare dibêje ku werger ji bo geşedana zimanê me yê zikmakî gelekî girîng e û wergerên bi vî çendî serfiraz jî ji gelek tiştên din zêdetir geş bi Kurdî dixin:

Çi Ku Evîn Heye

Xwe dirêjî berpala min dikî bê pêjn û sewt

mîna robarên dirêj heylo dipdirêj.

Mîna robarên dirêj heylo dipdirêj

her ku dipelînin gumikên çîlqerqaş

sibehan em bi xwe, êvaran dîn.

Sibehan em bi xwe, êvaran dîn

wek caniyan dişehin çem û kanî li deşta wê

yek çiqlan dikişîne ji eniya me.

Yek çiqlan dikişîne ji eniya me

ku med û cizîreke kevn e dilê me

maye li ciyê vekişiyayî şopa qamirgehê.

Maye li ciyê vekişiyayî şopa qamirgehê

di dilê me de şayîşa zarokekî windabûyî

çaxa radan û xêzava avan, wiha baş e.

Çaxa radan û xêzava avan, wiha baş e

destê êvarê, tenêtiya heyveke penahende

em ji muxur û bêjingan fam dikin payîz kuta bû.

Em ji muxur û bêjingan fam dikin payîz kuta bû

li wê deşta boz a ku em bi terperep dibeziyan tê de

li gel avên ku radidan, an jî nizm dibûn belkî

Li gel avên ku radidan, an jî nizm dibûn belkî,

wek kewgiriya zilikeke hilhilî ne rojên me

lê mîna robarên dirêj heylo dipdirêj in niha.

Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ya Mustafa Köz bi 47 helbestên bi gerdûna xwe fireh, êdî bi Kurdî ne.

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 143
Dil : Türkçe
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Denizin Söylediği LS0035
Denizin Söylediği

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.