Dîroka Navdarên Kurd

Dîroka Navdarên Kurd

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
96 Adet
Stok Kodu
NUBIHAR0375
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
720,00 TL + KDV
%30 indirim
720,00 TL
504,00 TL

Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.

Baba Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîv çerxê ji temenê xwe, yanê ji ciwaniyê ta kalîtiyê, di ber berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd de gorî kiriye û di vî warî de gaveke qahîm avêtiye û berhemeke mayinde li pey xwe hiştiye.

Ev pirtûka dîrokê ji du beşan pêk tê:
Beşa Yekem: Der barê danasîna Arif, Alim, Edîb û Şairên Kurd de ye. Ev beş ji du bergan pêk tê. Bergê Yekem, ji çerxa destpêka Îslamê heta dawiya çerxa 13an e. Bergê Duyem, ji çerxa 14an û destpêka çerxa 15an heta roja ku me karê vê xebatê hilda ser xwe di nav xwe de dihewîne.
Beşa Duyem: Bergê Sêyem jî jinnameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe de dihewîne.
Baba Merdox heta dawiya temenê xwe bi vî karî re mijûl dibe û ta ku êdî ji ber kalî û nexweşiyê rojekê qelem ji dest dikeve. Her du bergên ewil di xweşiya wî de têne çapkirin; bergê sêyem ê nîvcomayî jî kurê wî Macid Merdox temam dike.

Wergera vê berhemê bi bal Kurdî ve, di sala 2000î de li ser daxwaza Mam Feqî Huseyn Sağnıç ji aliyê Mela Reşîd Irgat û Mela Îsmet Kılıçarslan ve, bi niyeta ku li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çap bibe dest pê dike. Jixwe Mela Reşîd û Mela Îsmet her du jî endamên Enstîtuyê bûn. Pêşiyê wergerê bi daktîloyê dinivîsîn û piştre bi gelek zehmetiyan derbasî kompîtorê dikin. Feqî Huseynê ku pirr dixwest ev wergera Kurdî bê çapkirin, beriya ku werger biqede di sala 2003an de wefat dike. Hêj werger didomiya mixabin di 2006an de jî seydayê Mela Îsmet li Îzmirê di qezayeke trafîkê de wefat dike. Çawa ku nivîskarê kitêbê beriya qedandina bergê sêyem wefat dike, yek ji wergêrê wê jî beriya qedandina wergera bergê sêyem wefat dike. Li ser vê Mela Reşîd wergera cildê sêyem bi xwe temam dike. Hersê bergên nêzîka 1900 rûpelî ne, ji bo meraqdar û lêkolîneran çavkaniyên gelek hêja ne.

Yayınevi : Nubihar Yayınları
Sayfa Sayısı : 1876
Basım Yılı : 2021
ISBN : 978605941390
Dil : Kürtçe
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Başarılı
Mir Yıldırım | 27/04/2024
Gayet güzel bir sistem var kargo hızlı ve sağlam gelmişti
faruk yalçın | 13/02/2024
Site çok hızlı
N... E... | 28/12/2023
Aranan içerik, uygun fiyat, hızlı kargo. Teşekkürler.
Mustafa Koçlan | 19/12/2023
Güzel ve kullanışlı
F... a... | 17/12/2023
İlk defa ürün aldım. Çok beğendim. Kargolama,kitap-defter kalitesi çok iyiydi. Kullanmaya devam edeceğim.
Mizgin Karadağ | 15/12/2023
hebûna we wek kurdî xweş e
YUSUF FİGEN | 10/10/2023
Hebûna we wek Kurdî xweş e
YUSUF FİGEN | 10/10/2023
Dîroka Navdarên Kurd Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.Baba Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîv çerxê ji temenê xwe, yanê ji ciwaniyê ta kalîtiyê, di ber berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd de gorî kiriye û di vî warî de gaveke qahîm avêtiye û berhemeke mayinde li pey xwe hiştiye.Ev pirtûka dîrokê ji du beşan pêk tê:Beşa Yekem: Der barê danasîna Arif, Alim, Edîb û Şairên Kurd de ye. Ev beş ji du bergan pêk tê. Bergê Yekem, ji çerxa destpêka Îslamê heta dawiya çerxa 13an e. Bergê Duyem, ji çerxa 14an û destpêka çerxa 15an heta roja ku me karê vê xebatê hilda ser xwe di nav xwe de dihewîne.Beşa Duyem: Bergê Sêyem jî jinnameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe de dihewîne.Baba Merdox heta dawiya temenê xwe bi vî karî re mijûl dibe û ta ku êdî ji ber kalî û nexweşiyê rojekê qelem ji dest dikeve. Her du bergên ewil di xweşiya wî de têne çapkirin; bergê sêyem ê nîvcomayî jî kurê wî Macid Merdox temam dike.Wergera vê berhemê bi bal Kurdî ve, di sala 2000î de li ser daxwaza Mam Feqî Huseyn Sağnıç ji aliyê Mela Reşîd Irgat û Mela Îsmet Kılıçarslan ve, bi niyeta ku li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çap bibe dest pê dike. Jixwe Mela Reşîd û Mela Îsmet her du jî endamên Enstîtuyê bûn. Pêşiyê wergerê bi daktîloyê dinivîsîn û piştre bi gelek zehmetiyan derbasî kompîtorê dikin. Feqî Huseynê ku pirr dixwest ev wergera Kurdî bê çapkirin, beriya ku werger biqede di sala 2003an de wefat dike. Hêj werger didomiya mixabin di 2006an de jî seydayê Mela Îsmet li Îzmirê di qezayeke trafîkê de wefat dike. Çawa ku nivîskarê kitêbê beriya qedandina bergê sêyem wefat dike, yek ji wergêrê wê jî beriya qedandina wergera bergê sêyem wefat dike. Li ser vê Mela Reşîd wergera cildê sêyem bi xwe temam dike. Hersê bergên nêzîka 1900 rûpelî ne, ji bo meraqdar û lêkolîneran çavkaniyên gelek hêja ne. NUBIHAR0375
Dîroka Navdarên Kurd

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.