Dîwana Mehwî

Dîwana Mehwî

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
96 Adet
Stok Kodu
LS0388
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
12,24 USD + KDV
%20 indirim
12,24 USD
9,79 USD

Bi hevkariya: Hêmîn Umer Xoşnaw


Dema ku em bala didine Dîwana Mehwî, em rastî 201 helbestên Kurdî, 105 helbestên Farsî û helbesteke Erebî tên. Bêguman ev hêjmar ji bo dîwaneke klasîk hêjmareke gelekî mezin e. Lewra dîwana Mehwî dîwaneke mureteb e. Ji helbestên Kurdî; 132 xezel, 48 çarîn, 16 takebeyt û 5 jî qesîde ne. Helbesta ‘Erebî li ser helbesteke Zehawî texmîsek e. Ên Farisî; 75 xezel, 2 texmîs, 20 qit’e û 7 jî takebeyt in. Helbestên Mehwî yên Kurdî piranî dînî ne. Ji ber ku Mehwî kesayeteke tesewifî bûye, piranîya helbestên wî li ser vê babetê ne. Wekî piranîya şa’irên klasîk tenê kêşa ‘arûzê bi kar anîye. Heşt behrên ‘arûza ‘Erebî (hezec, remel, xefîf, muctes, muteqarib, muzari’, besît, recez) bi kar anîye. Di asta yekê de kêşa hezec gelekî bi kar anîye. Herî hindik jî recez bi kar anîye. Ji alîyê qafîyeyê ve Mehwî her 28 tîpên ‘Erebî ji bo qafîyeyê bi kar anîye. Ji bilî 28 tîpên ‘Erebî çar tîpên Kurdî jî (ç, j, g, ê) kiriye qafîye. Bi vî awayî Mehwî bi 32 tîpan qafîye çê kiriye û dîwaneke muretteb anîye holê. Mehwî muderisekî mezin bûye. Ji bilî zimanê dayikê bi ‘Erebi, Farisî, Tirkî baş zanîbûye. Helbesten wî yên bi ‘Erebî û Farisî jî hene. Lê di helbestên Kurdî de jî gelek term û bêje û motîfên ‘Erebî, Farisî û Tirkî bi kar anîye. Xuya ye ku bêtir bandora ‘Erebî li ser zimanê helbestên wî ên Kurdî heye. Di ferhengoka ku me ji bo dîwana wî amade kir de bandora ‘Erebî bi awayekî vekirî eşkere bûye. Mehwî termên tesewif, felsefe, mîtolojî, ‘eqîde, tarîx û ‘erdnîgarîyê bi awayekî zor û serkeftî bi kar anîye. Mehwî tesewif û rewanbêjî bi hev re bi kar anîye. Ji ber vê yekê têgihiştina helbestên wî ne hêsan e. Li gorî ritma helbestê jî kêşên qurs bi kar anîye, mûsîqaya wan jî ji xwîneran re ne hêsan e. Ji alîyê peyvên ku hunera wan xurt e, Mehwî gelekî serkeftî ye. Hemû hunerên rewanbêjîyê bi kar anîye û çêjeke ruhî/me’newî tevî helbestên xwe kiriye.  Wekî rêberekî terîqetê Mehwî, di helbestên xwe de xwestiye ku terîqet bikeve xizmeta şerî’etê. Her wiha sûdeke zor ji bizava sofîgerîyê wergirtiye. Di binê bandora sofîyên mezin de maye. Wekî Ibn ‘Erebî, Hellac, Celaleddînê Romî û w.d. Hin mijar û îmajên sereke yên helbestên wî ev in; Şev, ‘eşqa îlahî, wucûd, ‘edem, ‘edalet, heq, çaksazîyên civakî, pesnê zimanê Kurdî, jîyana ruhî, mirin, exlaq û w.d. Dîwana Mehwî bi tîpên Erebî li Başûr gelek caran çap bûye. Lê bi awayekî lêkolînî-latînî yekem car e ku çap dibe. Ferhenga wê ya Soranî- Kurmancî di mifayeke mezin bigihîne xwînerên Kurmanc. Wisa dixuye ku dê ev berhem bibe pirek di navbera Kurmancî û Soranî û di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de. 

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 312
Basım Yılı : 2018
ISBN : 978-605-9295-70-3
Hazırlayan : M. Zahir Ertekin & Hêmîn Umer Xoşnaw
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Sitenizi çok beğeniyorum. Başarılar
S... A... | 29/07/2025
Ömer Aksoy | 25/07/2025
Kovareke giranbiha
O... K... | 30/05/2025
Kürtler için yapılmış güzel şeylerden bir tanesi
M... A... | 16/04/2025
siparişler hızlıca ulaşıyor, kategori çok. beğendim.
A... U... | 05/04/2025
Sizlerden gayet memnunum emeğinize sağlık
M... A... | 12/03/2025
Harikaydı
Serdar KÖMÜRCÜ | 22/01/2025
Gayet pratik ve hoş
Muzaffer Bora | 12/01/2025
Hızlı teslimat sağlandı .çok iyi bir şekilde bantlanmış teşekkürler. Gayet memnunum. Xwedê we bihêle .
A... Y... | 11/01/2025
&ddjmsd
RODEM ÇAÇAN | 06/01/2025
Dîwana Mehwî Bi hevkariya: Hêmîn Umer XoşnawDema ku em bala didine Dîwana Mehwî, em rastî 201 helbestên Kurdî, 105 helbestên Farsî û helbesteke Erebî tên. Bêguman ev hêjmar ji bo dîwaneke klasîk hêjmareke gelekî mezin e. Lewra dîwana Mehwî dîwaneke mureteb e. Ji helbestên Kurdî; 132 xezel, 48 çarîn, 16 takebeyt û 5 jî qesîde ne. Helbesta ‘Erebî li ser helbesteke Zehawî texmîsek e. Ên Farisî; 75 xezel, 2 texmîs, 20 qit’e û 7 jî takebeyt in. Helbestên Mehwî yên Kurdî piranî dînî ne. Ji ber ku Mehwî kesayeteke tesewifî bûye, piranîya helbestên wî li ser vê babetê ne. Wekî piranîya şa’irên klasîk tenê kêşa ‘arûzê bi kar anîye. Heşt behrên ‘arûza ‘Erebî (hezec, remel, xefîf, muctes, muteqarib, muzari’, besît, recez) bi kar anîye. Di asta yekê de kêşa hezec gelekî bi kar anîye. Herî hindik jî recez bi kar anîye. Ji alîyê qafîyeyê ve Mehwî her 28 tîpên ‘Erebî ji bo qafîyeyê bi kar anîye. Ji bilî 28 tîpên ‘Erebî çar tîpên Kurdî jî (ç, j, g, ê) kiriye qafîye. Bi vî awayî Mehwî bi 32 tîpan qafîye çê kiriye û dîwaneke muretteb anîye holê. Mehwî muderisekî mezin bûye. Ji bilî zimanê dayikê bi ‘Erebi, Farisî, Tirkî baş zanîbûye. Helbesten wî yên bi ‘Erebî û Farisî jî hene. Lê di helbestên Kurdî de jî gelek term û bêje û motîfên ‘Erebî, Farisî û Tirkî bi kar anîye. Xuya ye ku bêtir bandora ‘Erebî li ser zimanê helbestên wî ên Kurdî heye. Di ferhengoka ku me ji bo dîwana wî amade kir de bandora ‘Erebî bi awayekî vekirî eşkere bûye. Mehwî termên tesewif, felsefe, mîtolojî, ‘eqîde, tarîx û ‘erdnîgarîyê bi awayekî zor û serkeftî bi kar anîye. Mehwî tesewif û rewanbêjî bi hev re bi kar anîye. Ji ber vê yekê têgihiştina helbestên wî ne hêsan e. Li gorî ritma helbestê jî kêşên qurs bi kar anîye, mûsîqaya wan jî ji xwîneran re ne hêsan e. Ji alîyê peyvên ku hunera wan xurt e, Mehwî gelekî serkeftî ye. Hemû hunerên rewanbêjîyê bi kar anîye û çêjeke ruhî/me’newî tevî helbestên xwe kiriye.  Wekî rêberekî terîqetê Mehwî, di helbestên xwe de xwestiye ku terîqet bikeve xizmeta şerî’etê. Her wiha sûdeke zor ji bizava sofîgerîyê wergirtiye. Di binê bandora sofîyên mezin de maye. Wekî Ibn ‘Erebî, Hellac, Celaleddînê Romî û w.d. Hin mijar û îmajên sereke yên helbestên wî ev in; Şev, ‘eşqa îlahî, wucûd, ‘edem, ‘edalet, heq, çaksazîyên civakî, pesnê zimanê Kurdî, jîyana ruhî, mirin, exlaq û w.d. Dîwana Mehwî bi tîpên Erebî li Başûr gelek caran çap bûye. Lê bi awayekî lêkolînî-latînî yekem car e ku çap dibe. Ferhenga wê ya Soranî- Kurmancî di mifayeke mezin bigihîne xwînerên Kurmanc. Wisa dixuye ku dê ev berhem bibe pirek di navbera Kurmancî û Soranî û di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de.  LS0388
Dîwana Mehwî

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.