Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî

Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
94 Adet
Stok Kodu
NUBIHAR0174
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
7,79 USD + KDV
%27 indirim
7,79 USD
5,69 USD

Metn û vekolîn: Bamed Serdar

ŞA‘IRÊ NEHATIYE NASÎN Û HEVDEMÊ MELA: ŞÊX ŞEMSEDÎNÊ EXLATÎ (1588-1674)

Şêx Şemsedîn, şa‘irê edebiyata Kurdî ya qedîm e. Di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Di edebiyata Kurdî de yekemîn helbestvanê terîqeta Xelwetiye ye.

Ta vi kengî muntezir bim ṣebr û ṭaqet min neman
Ey ḥebîba way li min ku ’v Xelwetît yekcar(i) kuşt

Şêx Şemsedînê Exlatî, di sala 1588an de li navçeya Exlatê ku îro li ser Bedlîsê ji dayik bûye. Ji ber şerên di navbera dewleta Osmanî û Sefewiyan de ji Exlatê ber bi çiyayên Oremarê koçber bûye. Piştî çend salan, ji Oremarê gihîştiye Birîfkayê û li wir bi cî bûye. Şêx Şemsedîn, perwerdeya xwe li cem kesên ji malbatê standiye. Di sala 1674an de, di 86 saliya xwe de, li Başûrê Kurdistanê li gundê Birîfkan ku li ser bajarê Dihokê ye, wefat kiriye û li wê derê hatiye definandin.

Ez ku mestê meyê ‘işq im tenenaha ya hû
Miṣr û Beġdad û Dimeşq im tenenaha ya hû

Teşneê abê wiṣal im ji ġemê ‘işqê tinalim
‘Aşiqê Ḥeyyê Celal im tenenaha ya hû

Şêx Şemsedîn, hemdemê Mela Ehmedê Cizîrî û Feqiyê Teyran e. Heta niha mîna hemdemên xwe baş nehatiye nasîn.

‘Alem eger çi qal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işq
Qetl im eger ḥelal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işq

Munkirê vê ji mêj in ew ji dîriyê dibêjin ew
Xûnim eger tirêjin ew ez tibêjim ji derdê ‘işq

Ji hêla nirxandina edebî ve ziman û qalibên serbixwe ava kirine. Sentaksên nû çêkirine. Cihê wî di edebiyata Kurdî de pir giring e. Jiyana gundewarî û siruştî di helbestên wî de berbiçav e. Ziman û felsefeya ku di dîwanê de hatiye bikaranîn taybetê bi wî ye. Şêx Şemsedîn, bawerîya wî bi fikra wahdetu’l-wucûdê heye. Ev bawerî di helbestên wî de berbiçav e. Helbestên wî pir rewan û herikbar in.

Çûye ji min ṣebr û qerar tigrîm bi feryad û hewar
Navête min ġeyrî dîdar ten tele lat la la

Yayınevi : Nubihar Yayınları
Sayfa Sayısı : 180
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî Metn û vekolîn: Bamed SerdarŞA‘IRÊ NEHATIYE NASÎN Û HEVDEMÊ MELA: ŞÊX ŞEMSEDÎNÊ EXLATÎ (1588-1674)Şêx Şemsedîn, şa‘irê edebiyata Kurdî ya qedîm e. Di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Di edebiyata Kurdî de yekemîn helbestvanê terîqeta Xelwetiye ye.Ta vi kengî muntezir bim ṣebr û ṭaqet min nemanEy ḥebîba way li min ku ’v Xelwetît yekcar(i) kuştŞêx Şemsedînê Exlatî, di sala 1588an de li navçeya Exlatê ku îro li ser Bedlîsê ji dayik bûye. Ji ber şerên di navbera dewleta Osmanî û Sefewiyan de ji Exlatê ber bi çiyayên Oremarê koçber bûye. Piştî çend salan, ji Oremarê gihîştiye Birîfkayê û li wir bi cî bûye. Şêx Şemsedîn, perwerdeya xwe li cem kesên ji malbatê standiye. Di sala 1674an de, di 86 saliya xwe de, li Başûrê Kurdistanê li gundê Birîfkan ku li ser bajarê Dihokê ye, wefat kiriye û li wê derê hatiye definandin.Ez ku mestê meyê ‘işq im tenenaha ya hûMiṣr û Beġdad û Dimeşq im tenenaha ya hûTeşneê abê wiṣal im ji ġemê ‘işqê tinalim‘Aşiqê Ḥeyyê Celal im tenenaha ya hûŞêx Şemsedîn, hemdemê Mela Ehmedê Cizîrî û Feqiyê Teyran e. Heta niha mîna hemdemên xwe baş nehatiye nasîn.‘Alem eger çi qal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işqQetl im eger ḥelal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işqMunkirê vê ji mêj in ew ji dîriyê dibêjin ewXûnim eger tirêjin ew ez tibêjim ji derdê ‘işqJi hêla nirxandina edebî ve ziman û qalibên serbixwe ava kirine. Sentaksên nû çêkirine. Cihê wî di edebiyata Kurdî de pir giring e. Jiyana gundewarî û siruştî di helbestên wî de berbiçav e. Ziman û felsefeya ku di dîwanê de hatiye bikaranîn taybetê bi wî ye. Şêx Şemsedîn, bawerîya wî bi fikra wahdetu’l-wucûdê heye. Ev bawerî di helbestên wî de berbiçav e. Helbestên wî pir rewan û herikbar in.Çûye ji min ṣebr û qerar tigrîm bi feryad û hewarNavête min ġeyrî dîdar ten tele lat la la NUBIHAR0174
Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.