Dîwana Şêxê Sen'anî bi Feqehê Teyra û Xemgînê Xanî

Dîwana Şêxê Sen'anî bi Feqehê Teyra û Xemgînê Xanî

(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
94 Adet
Stok Kodu
PEYWEND0142
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
6,57 USD + KDV
%25 indirim
6,57 USD
4,93 USD

Çîroka Şêxê Sen‘anî bi gelek alîyê xwe ve bala meriv dikêşe ser xwe. Ev çîroka ku bi xêra Feqîyê Teyran cihê xwe di nav wêjeya Kurdî de dîtîye, di roja me ya îroyîn de jî bi gelek şêweyên xwe ve dertê pêşberî me. Ev berhema ber destê me ya bi navê Dîwana Şêxê Sen‘anî Bi Xezela Feqehê Teyra û Xemgînê Xanîjî yek ji van xebatan e ku di serdema modern ya edebîyata Kurdî de derketîye holê. Ev berhema han a menzûm ji alîyê Mela Nûrî (w.2008) ve hatîye amadekirin ku navê wî yê mustear Xemgînê Xanî ye û di vê pirtûkê de weke Xemgîn derbas dibe. Divê bê gotin ku Mela Nûrî weke Seyîd Nûrî jî tê naskirin. Ev berhem, bi terza xwe ve meriv dikare bibêje ji nezîreyê wêdetir mîna tekmîleyê tê xuyakirin. Çiku “nezîre, ji helbestek e ku helbestvanekî din bi heman şekl, wezn, qafîye û redîfê ve ji helbesta helbestvanekî re wek nezîre ango mînak çêkirîye” re tê gotin. Lê dema meriv li vê xebata Xemgîn dinihêre dibîne ku ew ne di wê îddîayê de ye ku derê pêşmuqabilê Feqîyê Teyran û ji helbesta wî re nêzîreyê çêbikê. Berevajî vê Xemgîn bi awayekî rêzdarî li helbesta Feqî dinêre û ji vê qesîdeya wî re tekmîleyekî/temamkerekî çêdike. Tekmîle jî, ji alîyê naverok an jî kronolojîyê ve temamkirina pirtûkekê ye ango curexebateke ku ji bo kêmasîyên berhemekî bên sererastkirin an zêdekirin lê bê çêkirin an jî, ger guncav be, jêderxistin lê bê çêkirin e. Lewma jî dema meriv li berhemê mêze dike dibînê ku ew cihên an jî serborîyên ku Feqî behs nekirine an jî rasterast di ser re derbas bûye Xemgîn tespît kirîye, bi heman şêweyî behsa wan kirîye û ew qul û qusûr ji holê rakirîye. 

Yayınevi : Peywend Yayınları
Basım Yılı : 2022
ISBN : 9786257568869
Ebat : 13,5 x 21
Hazırlayan : Ahmet Gemi, Aslam Jankır
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
İyidir
Adem Aydoğan | 13/09/2026
Çok başarılı.
Adil Şen | 11/09/2026
Güzel
Ahmet Arslan | 08/08/2026
Çok memnun kaldım her zaman alisverisime devam edecegiz
Zeynep Dikişçi | 25/07/2026
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Dîwana Şêxê Sen'anî bi Feqehê Teyra û Xemgînê Xanî Çîroka Şêxê Sen‘anî bi gelek alîyê xwe ve bala meriv dikêşe ser xwe. Ev çîroka ku bi xêra Feqîyê Teyran cihê xwe di nav wêjeya Kurdî de dîtîye, di roja me ya îroyîn de jî bi gelek şêweyên xwe ve dertê pêşberî me. Ev berhema ber destê me ya bi navê Dîwana Şêxê Sen‘anî Bi Xezela Feqehê Teyra û Xemgînê Xanîjî yek ji van xebatan e ku di serdema modern ya edebîyata Kurdî de derketîye holê. Ev berhema han a menzûm ji alîyê Mela Nûrî (w.2008) ve hatîye amadekirin ku navê wî yê mustear Xemgînê Xanî ye û di vê pirtûkê de weke Xemgîn derbas dibe. Divê bê gotin ku Mela Nûrî weke Seyîd Nûrî jî tê naskirin. Ev berhem, bi terza xwe ve meriv dikare bibêje ji nezîreyê wêdetir mîna tekmîleyê tê xuyakirin. Çiku “nezîre, ji helbestek e ku helbestvanekî din bi heman şekl, wezn, qafîye û redîfê ve ji helbesta helbestvanekî re wek nezîre ango mînak çêkirîye” re tê gotin. Lê dema meriv li vê xebata Xemgîn dinihêre dibîne ku ew ne di wê îddîayê de ye ku derê pêşmuqabilê Feqîyê Teyran û ji helbesta wî re nêzîreyê çêbikê. Berevajî vê Xemgîn bi awayekî rêzdarî li helbesta Feqî dinêre û ji vê qesîdeya wî re tekmîleyekî/temamkerekî çêdike. Tekmîle jî, ji alîyê naverok an jî kronolojîyê ve temamkirina pirtûkekê ye ango curexebateke ku ji bo kêmasîyên berhemekî bên sererastkirin an zêdekirin lê bê çêkirin an jî, ger guncav be, jêderxistin lê bê çêkirin e. Lewma jî dema meriv li berhemê mêze dike dibînê ku ew cihên an jî serborîyên ku Feqî behs nekirine an jî rasterast di ser re derbas bûye Xemgîn tespît kirîye, bi heman şêweyî behsa wan kirîye û ew qul û qusûr ji holê rakirîye.  PEYWEND0142
Dîwana Şêxê Sen'anî bi Feqehê Teyra û Xemgînê Xanî

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.