Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)

Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
81 Adet
Stok Kodu
AVESTA0592
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
13,31 USD + KDV
%22 indirim
13,31 USD
10,38 USD

Xebata Ramazan Pertev “Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)” derket.

Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, rola xebatên folklorê di geşekirina nasnameya kurdî ya neteweyî de vedikolîne. Binemaya vê xebatê, nemaze nivîs û weşanên di navbera salên 1898-1946 de weşiyane ku zêdetir ên rewşenbîrên Bakur in.

Herweku tê zanîn, di navbera xebatên folklorê û geşekirina hizra netewetî û nasnameya neteweyî de pêwendiyeke xurt heye. Li gelek welatên cîhanê, li ser vê babetê bi sedan lêkolînên akademîk hatine encamdan. Rewşenbîrên kurd, di serê sedsala 20. de di nav gelek tevgerên siyasî û rewşenbîrî de cih girtine. Ji bilî xebatên din, wan li ser edebiyat û folklora kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsên wan diyar dibe ku haya wan ji rewşenbîrên Rojavayî hene, bi rewşenbîrên Osmanî re jî têkildar in û xebatên wan dişopînin. Herweha ji girîngîpêdana wan a ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ne. Wan hewl daye ku bi rêya nîşandana keresteyên folklorê îspat bikin ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne, yek ji niştecihên qedîm ên Rojhilatê ne. Lê belê ev dewlemendî bêxwedî ye, di bin xweliya windabûnê de maye û nayê zanîn. Divê ev kereste bi metodên zanistî werin berhevkirin, tomarkirin, parastin û vejandin. Wan di gotarên xwe de gelek caran amaje bi girîngiya keresteyên folklorê û nasnameya kurdî ya neteweyî kirine.

Ev lêkolîn, nivîs û çalakiyên rewşenbîr û dezgeyên kurd di pêwenda hemandemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebatên folklorê de dinirxîne. Herweha aliyên wan ên edebî û zanistî vedikolîne û ji aliyê dîroka xebatên folklora kurdî ve girîngiya wan nîşan dide. Di encamê de jî hewl dide ku dîroka lêkolînên folklora kurdî li gorî taybetmendiyên serdeman dabeş bike.

 

Prof. Dr. Şukriye Resûl, di pêşgotina kitêbê de dibêje; “Ez destxweşiyê bo Ramazan Pertev dikim ku wî bi vê lêkolîna xwe, hem serencama rewşenbîriya kurdî nîşan daye, hem mij û dûmana li ser wê serdema tarî rakiriye, hem jî sermayeya folklor û edebiyata kurdî bi zimanekî zelal pêşî me kiriye. Ji hemûyan jî giringtir ji bo xebatên dahatûyê, asoya kurdnasên ciwan vekiriye…

Yayınevi : Avesta Yayınları
Sayfa Sayısı : 344
Basım Yılı : 2018
ISBN : 978-605-2246-22-1
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Her zaman güvenerek alışveriş yaptığım bir site.
D... E... | 03/10/2025
Her zaman güvenerek alışveriş yaptığım bir site.
D... E... | 03/10/2025
İyi beğendim
pratik cocuk etkinlikleri | 18/09/2025
İyi güzel
pratik cocuk etkinlikleri | 18/09/2025
Sitenizi çok beğeniyorum. Başarılar
S... A... | 29/07/2025
Ömer Aksoy | 25/07/2025
Kovareke giranbiha
O... K... | 30/05/2025
Kürtler için yapılmış güzel şeylerden bir tanesi
M... A... | 16/04/2025
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946) Xebata Ramazan Pertev “Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)” derket.Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, rola xebatên folklorê di geşekirina nasnameya kurdî ya neteweyî de vedikolîne. Binemaya vê xebatê, nemaze nivîs û weşanên di navbera salên 1898-1946 de weşiyane ku zêdetir ên rewşenbîrên Bakur in.Herweku tê zanîn, di navbera xebatên folklorê û geşekirina hizra netewetî û nasnameya neteweyî de pêwendiyeke xurt heye. Li gelek welatên cîhanê, li ser vê babetê bi sedan lêkolînên akademîk hatine encamdan. Rewşenbîrên kurd, di serê sedsala 20. de di nav gelek tevgerên siyasî û rewşenbîrî de cih girtine. Ji bilî xebatên din, wan li ser edebiyat û folklora kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsên wan diyar dibe ku haya wan ji rewşenbîrên Rojavayî hene, bi rewşenbîrên Osmanî re jî têkildar in û xebatên wan dişopînin. Herweha ji girîngîpêdana wan a ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ne. Wan hewl daye ku bi rêya nîşandana keresteyên folklorê îspat bikin ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne, yek ji niştecihên qedîm ên Rojhilatê ne. Lê belê ev dewlemendî bêxwedî ye, di bin xweliya windabûnê de maye û nayê zanîn. Divê ev kereste bi metodên zanistî werin berhevkirin, tomarkirin, parastin û vejandin. Wan di gotarên xwe de gelek caran amaje bi girîngiya keresteyên folklorê û nasnameya kurdî ya neteweyî kirine.Ev lêkolîn, nivîs û çalakiyên rewşenbîr û dezgeyên kurd di pêwenda hemandemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebatên folklorê de dinirxîne. Herweha aliyên wan ên edebî û zanistî vedikolîne û ji aliyê dîroka xebatên folklora kurdî ve girîngiya wan nîşan dide. Di encamê de jî hewl dide ku dîroka lêkolînên folklora kurdî li gorî taybetmendiyên serdeman dabeş bike. Prof. Dr. Şukriye Resûl, di pêşgotina kitêbê de dibêje; “Ez destxweşiyê bo Ramazan Pertev dikim ku wî bi vê lêkolîna xwe, hem serencama rewşenbîriya kurdî nîşan daye, hem mij û dûmana li ser wê serdema tarî rakiriye, hem jî sermayeya folklor û edebiyata kurdî bi zimanekî zelal pêşî me kiriye. Ji hemûyan jî giringtir ji bo xebatên dahatûyê, asoya kurdnasên ciwan vekiriye… AVESTA0592
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.