Hemû Soneyên Shakespearê

Hemû Soneyên Shakespearê

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
100 Adet
Stok Kodu
CERVANTES006
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
14,17 USD + KDV
%25 indirim
14,17 USD
10,63 USD
  • Hazırlayan ve Çeviri: Kawa Nemir
  • William Shakespeare. (1564-1616) Helbestkar, şanonûs, şanoger û lîstikvanê mezin ê Îngilîz. Dibe bê gotin, ku afirandina zimanekî ne xercê mirovekî tektenê ye, lê di peydabûn, zexmbûn û bifirêketina zimanê Îngilîzî de, ku îro ro zimanê hemû cîhanê ye, rola William Shakespeareê şikûdar ê serdema Elizabethê, para wî ya ku tu kes nikare mandel bike, bestbelî ye. Ji ber hukmê Shakespeare ê li ser bîra hemû mirovahiyê, ji ber lîstikên wî yên ku hejmara wan di ser 30’yî re ye, ji ber pêlewanên lîstikên wî yên mîna Hamlet, Macbeth, Lady Macbeth, Othello, Shylock, Romeo, Juliet, Keyser Lear, Caliban, Prospero û gelekên din, ji ber çar helbestên wî yên dirêj û ji ber 154 soneyên wî yên ku hê jî rêzeke wiha ya helbestên evînê nehatiye nivîsandin, wekî di ser wan re bin, reng e bi hêsanî bê gotin, wekî xewna helbestkarê Kurd ê mezin, Ehmedê Xanî (yê ku hema hema hevçaxê Shakespeare e), xewna wî ya ji bo Kurdî, di Îngilîzî de, bi berhemên Shakespeare pêk hatiye, Shakespeare bûye ew kes, ku ala zimanê xwe li banê gerdûnê çikandiye. Lê wê alê bi tenê ji bo Îngilîzî pêl nedaye, ew ev serê 400 salan e bûye destkeftina hemû mirovahiyê, bi riya wergerê bi para qiyametek zimanên cîhanê ketiye û hê jî bi berdewamî dikişe nava gelek zimanên din.

     

    Xebatên ji bo pêkanîna xewna wergerandina hemû berhemên William Shakespeare bo zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancî, li hêlekê berdewam in, lê piştî 400 salên ku di ser yekem car çapbûna Hemû Soneyên William Shakespeare re bihurîn, di dîrokê de, bo cara pêşîn, parçeyekî yekpare ji hemû berhemên William Shakespeare, Hemû Soneyên William Shakespeare, 154 soneyên wî, bi zimanê resen, bi Îngilîzî û bi Kurdî, di pirtûkekê de, bi wergera Kawa Nemir bû malê zimanê Kurdî û ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.

    Ev werger xewna wergêr e, ku di nava xebatên 16 salan re parzûn bû, li ser kêş û muzîkekê hate avakirin, li ser xatirê evîneke bo jineke esmer û fêkiyê wê yê bedewê bedewan bû diyarî bo hemû Kurdên ku evîndarên zimanê xwe ne.        

    Shakespeare, beriya ku sehneyên şanoya Kurdî bi Kurdî bihejîne, wê bi soneyên xwe yên evînî dilê Kurdan bihejîne.

Yayınevi : Cervantes Yayınları
Sayfa Sayısı : 362
Çevirmen : Kawa Nemir
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Her zaman güvenerek alışveriş yaptığım bir site.
D... E... | 03/10/2025
Her zaman güvenerek alışveriş yaptığım bir site.
D... E... | 03/10/2025
İyi beğendim
pratik cocuk etkinlikleri | 18/09/2025
İyi güzel
pratik cocuk etkinlikleri | 18/09/2025
Sitenizi çok beğeniyorum. Başarılar
S... A... | 29/07/2025
Hemû Soneyên Shakespearê Hazırlayan ve Çeviri: Kawa Nemir William Shakespeare. (1564-1616) Helbestkar, şanonûs, şanoger û lîstikvanê mezin ê Îngilîz. Dibe bê gotin, ku afirandina zimanekî ne xercê mirovekî tektenê ye, lê di peydabûn, zexmbûn û bifirêketina zimanê Îngilîzî de, ku îro ro zimanê hemû cîhanê ye, rola William Shakespeareê şikûdar ê serdema Elizabethê, para wî ya ku tu kes nikare mandel bike, bestbelî ye. Ji ber hukmê Shakespeare ê li ser bîra hemû mirovahiyê, ji ber lîstikên wî yên ku hejmara wan di ser 30’yî re ye, ji ber pêlewanên lîstikên wî yên mîna Hamlet, Macbeth, Lady Macbeth, Othello, Shylock, Romeo, Juliet, Keyser Lear, Caliban, Prospero û gelekên din, ji ber çar helbestên wî yên dirêj û ji ber 154 soneyên wî yên ku hê jî rêzeke wiha ya helbestên evînê nehatiye nivîsandin, wekî di ser wan re bin, reng e bi hêsanî bê gotin, wekî xewna helbestkarê Kurd ê mezin, Ehmedê Xanî (yê ku hema hema hevçaxê Shakespeare e), xewna wî ya ji bo Kurdî, di Îngilîzî de, bi berhemên Shakespeare pêk hatiye, Shakespeare bûye ew kes, ku ala zimanê xwe li banê gerdûnê çikandiye. Lê wê alê bi tenê ji bo Îngilîzî pêl nedaye, ew ev serê 400 salan e bûye destkeftina hemû mirovahiyê, bi riya wergerê bi para qiyametek zimanên cîhanê ketiye û hê jî bi berdewamî dikişe nava gelek zimanên din.   Xebatên ji bo pêkanîna xewna wergerandina hemû berhemên William Shakespeare bo zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancî, li hêlekê berdewam in, lê piştî 400 salên ku di ser yekem car çapbûna Hemû Soneyên William Shakespeare re bihurîn, di dîrokê de, bo cara pêşîn, parçeyekî yekpare ji hemû berhemên William Shakespeare, Hemû Soneyên William Shakespeare, 154 soneyên wî, bi zimanê resen, bi Îngilîzî û bi Kurdî, di pirtûkekê de, bi wergera Kawa Nemir bû malê zimanê Kurdî û ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Ev werger xewna wergêr e, ku di nava xebatên 16 salan re parzûn bû, li ser kêş û muzîkekê hate avakirin, li ser xatirê evîneke bo jineke esmer û fêkiyê wê yê bedewê bedewan bû diyarî bo hemû Kurdên ku evîndarên zimanê xwe ne.         Shakespeare, beriya ku sehneyên şanoya Kurdî bi Kurdî bihejîne, wê bi soneyên xwe yên evînî dilê Kurdan bihejîne. CERVANTES006
Hemû Soneyên Shakespearê

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.