Koçera Kej
-
Yekem kitêba Harbî Soylu a çîrokan. Harbî Soylu didestpêka salên 90î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab ûBartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir. Çîrokên wî hetaniha gelek xelat wergirtine.
Jiçîroka “Koçera Kej”
Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payizê bi hevra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te,ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim. Bîrazaroktiya te, bîra bedewbûna te û bêhna porê te dikim.
Çend sal in te nabînim? Nizanim, gelo ez qetdikevime bîra te an na? Gelo tu jî qet bîra min dikî an na?
Payizeke sar bû. Cot û cobar xelas bibûn.Zozan daketibûn deştê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn, ber bi welatê jêrê diçûn.Wê demê bi kesereke giran, koça min jî bar kiribû, koçera min a kej. Demamalbavên te konên xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî piştsitûnê. Wê demê xem û xeyalên min, bi te ra ketin xurca li ser pişta hêstira weya boz û bi te ra li çol û mexelan geriyan. Nizanim te li çend waran danî? Dibeku te qet ji ser pişta hêstirê jî daneynin.
| Yayınevi | : | Avesta Yayınları |
| Sayfa Sayısı | : | 112 |
| Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Spas ji bo hewildanên we