Kurdistana Nû

Kurdistana Nû

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
99 Adet
Stok Kodu
LS0420
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
13,80 USD + KDV
%20 indirim
13,80 USD
11,04 USD

Amadekar: M. S. Lazarev,  Y. Î. Vasîlyeva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna, Şekiroyê Xudoyê Miho


Xebatên ku mirov dikare wek “kurdolojî”yê bi nav bike yan jî bixe nav çarçoveya kurdolojîyê li çend welat û navendên cuda dest pê kirine. Yek ji van welatan jî Rûsya ye lê ne bi tenê Rûsya welatên ku dikevin hînterlanda wê jî. Berhemên ku ji alîyê vê ekol an jî kevneşopîyê ve hatine afirandin heta niha kêm li kurdî hatine wergerandin. Ev berhem jî yek ji wan xebatan e û va ye li kurdî hatiye wergerandin û digihîje ber destên we. Pirtûk ji alîyê komek pispor (M. S. LazarevY. Î. Vasîlyeva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna, Şekroyê Xudo Mihoyî) ve hatiye nivîsandin ku ji alîyê raya kurdî ve tên naskirin û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Li Moskowê û endamê Akademîya Zanyarî ya Ermenistanê Şekiroyê Xudoyê Miho ji bo çapê amade kiriye. Ji sê beşan û heşt binbeşan pêk tê. Her çiqas navê Kurdistana Nû li pirtûkê hatibe kirin jî mirov dikare bibêje “dîroka kurdan a piştî Îslamîyetê” ye.  Ev pêvajoya ku serdemeke nêzî hezar û pênsed salan digire nav xwe qonax bi qonax hatiye ve gotin. Ji ber ku serdemeke têra xwe dirêj e gelek bûyer û qewimîn tê de hene. Her beşek ji alîyê kesekî/ê ve hatiye nivîsandin.

Ji bo amadekirina pirtûkê ji gelek çavkanîyan sûd hatiye wergirtin, di beşa pêşîn de qala wan çavkanîyan û taybetîyên wan tê kirin û ew çavkanî di dawîya pirtûkê de li gor beşan hatine dayîn. Dîsa di dawîya pirtûkê de kronolojîyeke kû ji 637’an dest pê dike û bi 1999’an bi dawî dibe hatiye bicihkirin.

Di pêşgotinê de ji bo vê berhemê wiha tê gotin: “Xwedanên vê pirtûkê pirsdanînên mezintir û giranbuha datînin pêşîya xwe. Wana hewl dane îzbatîyên sereke, ku der heqê dîroka gelê Kurd a pirsedsalan de ne, li ber xwendevanan raxin. Ji bo pêkanîna wê armancê wan bi piranî xwe li serketinên di Kurdzanîya Rûsyayê û Yekîtîya Sovyetan de heyî girtine, ku hetanî van demên dawîn jî di Kurdzanîya cîhanê de pêşengî dikirin. Bêguman, ew berhem jî hatine xebitandin, ku ilmdarên welatên dereke der heqê Kurdan de nivîsîne.” 

Pirtûk ji alîyê Têmûrê Xelîl ve ji Rûsî bo Kurdî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Lîsê jî pêşkêşî dîn û bala we dike. Şik û guman tê tune ku dê ji bo xebatên kurdî çavkanîyeke kêrhatî be. Bixwînin û bi xwe biryarê bidin ku kurd "sêwîyên dîrokê" ne yan na.


Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 180
ISBN : 978-605-81408-9-9
Çevirmen : Ji Rûsî: Têmûrê Xelîl
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Kovareke giranbiha
O... K... | 30/05/2025
Kürtler için yapılmış güzel şeylerden bir tanesi
M... A... | 16/04/2025
siparişler hızlıca ulaşıyor, kategori çok. beğendim.
A... U... | 05/04/2025
Sizlerden gayet memnunum emeğinize sağlık
M... A... | 12/03/2025
Harikaydı
Serdar KÖMÜRCÜ | 22/01/2025
Gayet pratik ve hoş
Muzaffer Bora | 12/01/2025
Hızlı teslimat sağlandı .çok iyi bir şekilde bantlanmış teşekkürler. Gayet memnunum. Xwedê we bihêle .
A... Y... | 11/01/2025
&ddjmsd
RODEM ÇAÇAN | 06/01/2025
Sizi seviyorum Pırtukakurdi
Birsen KORKMAZ | 11/12/2024
Berbat
Sema Koç Soğancı | 29/11/2024
Kurdistana Nû Amadekar: M. S. Lazarev,  Y. Î. Vasîlyeva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna, Şekiroyê Xudoyê MihoXebatên ku mirov dikare wek “kurdolojî”yê bi nav bike yan jî bixe nav çarçoveya kurdolojîyê li çend welat û navendên cuda dest pê kirine. Yek ji van welatan jî Rûsya ye lê ne bi tenê Rûsya welatên ku dikevin hînterlanda wê jî. Berhemên ku ji alîyê vê ekol an jî kevneşopîyê ve hatine afirandin heta niha kêm li kurdî hatine wergerandin. Ev berhem jî yek ji wan xebatan e û va ye li kurdî hatiye wergerandin û digihîje ber destên we. Pirtûk ji alîyê komek pispor (M. S. Lazarev,  Y. Î. Vasîlyeva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna, Şekroyê Xudo Mihoyî) ve hatiye nivîsandin ku ji alîyê raya kurdî ve tên naskirin û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Li Moskowê û endamê Akademîya Zanyarî ya Ermenistanê Şekiroyê Xudoyê Miho ji bo çapê amade kiriye. Ji sê beşan û heşt binbeşan pêk tê. Her çiqas navê Kurdistana Nû li pirtûkê hatibe kirin jî mirov dikare bibêje “dîroka kurdan a piştî Îslamîyetê” ye.  Ev pêvajoya ku serdemeke nêzî hezar û pênsed salan digire nav xwe qonax bi qonax hatiye ve gotin. Ji ber ku serdemeke têra xwe dirêj e gelek bûyer û qewimîn tê de hene. Her beşek ji alîyê kesekî/ê ve hatiye nivîsandin.Ji bo amadekirina pirtûkê ji gelek çavkanîyan sûd hatiye wergirtin, di beşa pêşîn de qala wan çavkanîyan û taybetîyên wan tê kirin û ew çavkanî di dawîya pirtûkê de li gor beşan hatine dayîn. Dîsa di dawîya pirtûkê de kronolojîyeke kû ji 637’an dest pê dike û bi 1999’an bi dawî dibe hatiye bicihkirin.Di pêşgotinê de ji bo vê berhemê wiha tê gotin: “Xwedanên vê pirtûkê pirsdanînên mezintir û giranbuha datînin pêşîya xwe. Wana hewl dane îzbatîyên sereke, ku der heqê dîroka gelê Kurd a pirsedsalan de ne, li ber xwendevanan raxin. Ji bo pêkanîna wê armancê wan bi piranî xwe li serketinên di Kurdzanîya Rûsyayê û Yekîtîya Sovyetan de heyî girtine, ku hetanî van demên dawîn jî di Kurdzanîya cîhanê de pêşengî dikirin. Bêguman, ew berhem jî hatine xebitandin, ku ilmdarên welatên dereke der heqê Kurdan de nivîsîne.” Pirtûk ji alîyê Têmûrê Xelîl ve ji Rûsî bo Kurdî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Lîsê jî pêşkêşî dîn û bala we dike. Şik û guman tê tune ku dê ji bo xebatên kurdî çavkanîyeke kêrhatî be. Bixwînin û bi xwe biryarê bidin ku kurd ''sêwîyên dîrokê'' ne yan na. LS0420 Kurdistana Nû

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.