MIJ 2-Peşkên Baranê

MIJ 2-Peşkên Baranê

(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
97 Adet
Stok Kodu
SİTAV0202
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
7,49 USD + KDV
%25 indirim
7,49 USD
5,62 USD

MIJ romaneke sêbare ye, ji van romanan ya yekê:

Helkîna Bayê Xerbî, ya duduyan

Peşkên Baranê, ya sisêyan jî

Pirîskê Berfê ye… 

     Hersê romanên ku nivîskar Mehmet Oncu weke rêze roman nivîsandî, ronahiyê li wê serdemê, serdema ku çirkeçirka dengê çatiya dewleta osmaniyan tê guhê mirov digre. Dema mirov li rûdanên di van rêzeromanan de rûdayî dinêre, gelek agahiyên ku ji gel hatî veşartin aşkera dibin, qod û şîfreyên xapandina xelkê kurd deşîfre dibin û mirov serdeyî kîmyeya şar û bajarên kurdan dibe. Dek û dolab, fên û fît, hîle û entrîkayên dewletên wek alman, îngîliz û fransiz li ber çavan tên raxistin. Kuştin û sirgûnên li ser xelkê ermenî û sûryanî tên sepandin bi awayekî çîptazî tên ber çavan, belê di vê navberê de buxtanên ku li xelkê kurd hatî kirin, nerastbûna tavanbarkirina vî gelî zelal dibe. 

     Di romanê de gelek çîrokên dramatîk ên ku bi kuştin û qirkirina xelkên ermenî û sûryanî bi dawî dibin hene. Hemû çîrokên di vê rêzeromanê de heyî, bi awayekî rewanbar diherikin tên, li ber deriyê binemala Kework Manûsyan digihîjin hev û hevdu dibirin. 

     Romana pêşî, yanê Helkîna Bayê Xerbî, bi xewna Wartûhiya jina Kework destpêdike, bi çîroka Bêdrosê ku ji hêla çelpesûqekî bi navê Ûsê Kerro va hatî kuştin bi dawî dibe. 

     Romana duyemîn “Peşkên Baranê”, bi êlankirina seferbegligê ya di sala 1914’an de destpêdike, bi koça ermeniyan ya di sala 1915’an de berdewam dike û bi çîroka Wartûhiya jina Kework ya ku herdu kurên xwe yên bi navên Mîsaq û Qarapêt dispêre binemaleka kurd û qizilbaş bi dawî dibe.

     Romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” jî bi nameya Gedero Mayrik a ku sirgûnî Dêrazor dibe û paşê tê li Şarê Helebê dijî destpêdike û bi mirana lehengê wê yê bi navê Mîsaq Manûsyan a di sala 1944’an de li Parîsa paytexta welatê Fransayê diqede. 

     Hûn herdu romanên pêşî yên bi navê “Helkîna Bayê Xerbî” û “Peşkên Baranê” bixwînin, romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” hûnê paşê bixwînin, ji ber ku ku hîn ew ne amadeyî çapê ye.

Yayınevi : Sitav Yayınları
Sayfa Sayısı : 188
Basım Yılı : 2022
ISBN : 9786257734882
Ebat : 13,5x21
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
MIJ 2-Peşkên Baranê MIJ romaneke sêbare ye, ji van romanan ya yekê:Helkîna Bayê Xerbî, ya duduyanPeşkên Baranê, ya sisêyan jîPirîskê Berfê ye…      Hersê romanên ku nivîskar Mehmet Oncu weke rêze roman nivîsandî, ronahiyê li wê serdemê, serdema ku çirkeçirka dengê çatiya dewleta osmaniyan tê guhê mirov digre. Dema mirov li rûdanên di van rêzeromanan de rûdayî dinêre, gelek agahiyên ku ji gel hatî veşartin aşkera dibin, qod û şîfreyên xapandina xelkê kurd deşîfre dibin û mirov serdeyî kîmyeya şar û bajarên kurdan dibe. Dek û dolab, fên û fît, hîle û entrîkayên dewletên wek alman, îngîliz û fransiz li ber çavan tên raxistin. Kuştin û sirgûnên li ser xelkê ermenî û sûryanî tên sepandin bi awayekî çîptazî tên ber çavan, belê di vê navberê de buxtanên ku li xelkê kurd hatî kirin, nerastbûna tavanbarkirina vî gelî zelal dibe.      Di romanê de gelek çîrokên dramatîk ên ku bi kuştin û qirkirina xelkên ermenî û sûryanî bi dawî dibin hene. Hemû çîrokên di vê rêzeromanê de heyî, bi awayekî rewanbar diherikin tên, li ber deriyê binemala Kework Manûsyan digihîjin hev û hevdu dibirin.      Romana pêşî, yanê Helkîna Bayê Xerbî, bi xewna Wartûhiya jina Kework destpêdike, bi çîroka Bêdrosê ku ji hêla çelpesûqekî bi navê Ûsê Kerro va hatî kuştin bi dawî dibe.      Romana duyemîn “Peşkên Baranê”, bi êlankirina seferbegligê ya di sala 1914’an de destpêdike, bi koça ermeniyan ya di sala 1915’an de berdewam dike û bi çîroka Wartûhiya jina Kework ya ku herdu kurên xwe yên bi navên Mîsaq û Qarapêt dispêre binemaleka kurd û qizilbaş bi dawî dibe.     Romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” jî bi nameya Gedero Mayrik a ku sirgûnî Dêrazor dibe û paşê tê li Şarê Helebê dijî destpêdike û bi mirana lehengê wê yê bi navê Mîsaq Manûsyan a di sala 1944’an de li Parîsa paytexta welatê Fransayê diqede.      Hûn herdu romanên pêşî yên bi navê “Helkîna Bayê Xerbî” û “Peşkên Baranê” bixwînin, romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” hûnê paşê bixwînin, ji ber ku ku hîn ew ne amadeyî çapê ye. SİTAV0202
MIJ 2-Peşkên Baranê

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.