Son kalan ürün: 0
Mijarên Mîqro

Mijarên Mîqro

(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
0 Adet
Stok Kodu
DO0032
Stok Durumu
Stok Sorunuz
Fiyat
3,95 USD + KDV
%20 indirim
3,95 USD
3,16 USD
  • Pirtûka Çiya Mazî ya 2'yemîn e Mijarên Mîqro. Ji 14 çîrokan pêk tê. Çîrokên vê pirtûkê bi piranî  li cihê ku kurd lê dijîn hatine holê. Têkiliyen mirovan bi hevdû re û bi dewletê re bûne mijara çîrokan.  

    Ji çîrokek pirtûkê:

     

     (EM)

    Em bist û sê heb bûn di qawişekê de. Di îloneke nermijî de, em ji bo tawanbariya “li ber erka hingizîn serî hildan” hatibûn girtin. Pir li me xistin û tiştên nemayê bi me kirin. Ji bo ku me tiştek nexist stuyê xwe; me mîz vexwar, me mişkê sax xist devê xwe. Çiçik û guliyên yarên me rê me dan, me got “bila em bimirin, ma çi xem e.” Em nepeyîvîn, ji bilî yekî ji me; li me mikur hat û hezar buxtan xist stuyê me. Bû sîxurê nava me û ezabê qawişa me. Em newêrîbûn bipeyîvana. Wî peyvên me dibir ji wan re, wan jî dihûnandin û filîm jê çêdikirin li navendê. Diviyabû em xelas bibana ji wî yê ji me. Bi rojan em fikirîn ji bo çareyeke xelasbûna ji wî. Tiştek tunebû ku me jê xelas bikira. Rojekê me biryar da; ew ji me çêbûbû, diviyabû tiştekî ji me ew biqewiranda.  Me got: “bidin hevdû  kêç û sipiyên navran, doxîn, doşek û lihêfên xwe.”  Ne zahmet bû sipî hevdan. Di du rojan de me da hevdû, ji xwe, ji porên xwe, ji bin çengên xwe. Bi xwe dibûn top li nava paçikekî. Me şevekê ew topa spiyan, bi fenekê xist nava nivînên sixurê xwe. Carekê çû lê cardin şandin, me çalakiya kêç û sipiyan dubare kir. Cara sisiyan çû û hew hat. Me xwe ji wî kurmê bedena xwe xelas kir û em keniyan roja ku cara dawî çûbû ji nava me.

Yayınevi : Do Yayınları
Sayfa Sayısı : 96
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Mijarên Mîqro Pirtûka Çiya Mazî ya 2'yemîn e Mijarên Mîqro. Ji 14 çîrokan pêk tê. Çîrokên vê pirtûkê bi piranî  li cihê ku kurd lê dijîn hatine holê. Têkiliyen mirovan bi hevdû re û bi dewletê re bûne mijara çîrokan.  Ji çîrokek pirtûkê:  (EM)Em bist û sê heb bûn di qawişekê de. Di îloneke nermijî de, em ji bo tawanbariya “li ber erka hingizîn serî hildan” hatibûn girtin. Pir li me xistin û tiştên nemayê bi me kirin. Ji bo ku me tiştek nexist stuyê xwe; me mîz vexwar, me mişkê sax xist devê xwe. Çiçik û guliyên yarên me rê me dan, me got “bila em bimirin, ma çi xem e.” Em nepeyîvîn, ji bilî yekî ji me; li me mikur hat û hezar buxtan xist stuyê me. Bû sîxurê nava me û ezabê qawişa me. Em newêrîbûn bipeyîvana. Wî peyvên me dibir ji wan re, wan jî dihûnandin û filîm jê çêdikirin li navendê. Diviyabû em xelas bibana ji wî yê ji me. Bi rojan em fikirîn ji bo çareyeke xelasbûna ji wî. Tiştek tunebû ku me jê xelas bikira. Rojekê me biryar da; ew ji me çêbûbû, diviyabû tiştekî ji me ew biqewiranda.  Me got: “bidin hevdû  kêç û sipiyên navran, doxîn, doşek û lihêfên xwe.”  Ne zahmet bû sipî hevdan. Di du rojan de me da hevdû, ji xwe, ji porên xwe, ji bin çengên xwe. Bi xwe dibûn top li nava paçikekî. Me şevekê ew topa spiyan, bi fenekê xist nava nivînên sixurê xwe. Carekê çû lê cardin şandin, me çalakiya kêç û sipiyan dubare kir. Cara sisiyan çû û hew hat. Me xwe ji wî kurmê bedena xwe xelas kir û em keniyan roja ku cara dawî çûbû ji nava me. DO0032
Mijarên Mîqro

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.