Nameya Serencamê Yan Kelama Xezîneyê

Nameya Serencamê Yan Kelama Xezîneyê

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
95 Adet
Stok Kodu
SİTAV0148
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
16,21 USD + KDV
%25 indirim
16,21 USD
12,15 USD

Ev pirtûka li ser Ola Yarsanê bi xebateke dûr û dirêj hatiye berhevkirin û şîrovekirin ku yekemîn carê bi kurdiya kurmancî çap dibe.  

Ji pirtûk û nivîsarên ku ji sedsalên borî yên der heqê Hewramanê de mane, wiha tê famkirin ku di heyama destpêka Îslamê de ew herêm ji hêla hebûna zana û ronakbîran ve, ji herêmên din dewlemendtir bûye. Pirtûka ku wekî “Kelama Xezîneyê” an jî “Serencam”ê tê naskirin, mînakeka berçav e der barê hizir û ramanên kesên zana yên wê serdemê de û mirov dikare bibêje lêkolîna der barê vê pirtûkê de dikare bibe sedema geşkirina can û rewanê mirovî.  Ev pirtûk gişt wan metnan li xwe digire ku Sultan Îshaq û mirîdên wî di sedsala 8’an a koçî de nivîsandine. Ev deq ji gelek sirûd nimêj, dua, dab û nerîtên olî û pîşeyî û herwiha nivîsên li ser qurbanîkirin û nezir û nîyazan pêk tê. Deqên wan babetan bi awayekî devkî hatîne parastin û kelambêjan ew ji bo gelê xwe vegotine. Ev kelam bi zaraveyê kurdî-goranî  hatine hûnandin ku yek ji zaraveyên kevnar ên kurdî ye û berê wekî “Fehlewîyat” dihate naskirin. Ew zarave li gel zimanên kevnar ên  Avestayî, Sanskrîtî, Pehlewî Nû xwedî hevahengî û wekhevîyeka xurt e û niha jî xelkê Hewramanê û hin eşîrên kurdan bi wî zaraveyî dipeyivin. 

Ev pirtûk ku girîngtirîn û pîroztirîn pirtûka Yarsanîyan (Ehlê-Heq) e, li ser bingeha “Donadon” anku zihûra (tecelîya) ruhê di bedenî de hatîye hûnandin û vê dinyayê wekî heqîqetek ji dinyaya din dibîne.  Kelama Xezîneyê bi giştî tê wateya kelama bexşîn û bereketên Xwedê. Xezîne bixwe jî tê wateya mala gencîneyê anku cihê mirov mal û heyînên xwe yên giranbuha lê diparêzin. Di wêjeya yarsanîyê de xezîne tê wateya çavkanîya bexşîn û bereketa Xwedê. Xwedê wiha emir dike û dibêje ku “kilîlên nihênîyan li ba wî ne”.

Pirtûka Kelama Xezîneyê ji şeş beşan pêk tê.  Ev metnên resen ên ku bi zaravayê Goranî wek raz û heolbest hatine hûnandin bi awayekî zelal hatine latînîzekirin û piştre jî her beş hatiye wergerandin û şîrovekirin û têbînî li ser hatine zêdekirin. 

Piranîya mijarên pirtûkê îrfanî û felsefî ne û ev mijar encama hizir û ramanên zanyar û bîrewerên wê herêmê ne ku di sedsala heftan û heştan ya koçî de dijîyan. Ji bo lêkolînerên ku lêkolîna dîn û rê û rêbazên ayînî û efsanewî dikin rêbereka baş û kêrhatî ye.

Berhem ji 665 rûpelan pêk tê.

Yayınevi : Sitav Yayınları
Sayfa Sayısı : 670
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... ... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
Nameya Serencamê Yan Kelama Xezîneyê Ev pirtûka li ser Ola Yarsanê bi xebateke dûr û dirêj hatiye berhevkirin û şîrovekirin ku yekemîn carê bi kurdiya kurmancî çap dibe.  Ji pirtûk û nivîsarên ku ji sedsalên borî yên der heqê Hewramanê de mane, wiha tê famkirin ku di heyama destpêka Îslamê de ew herêm ji hêla hebûna zana û ronakbîran ve, ji herêmên din dewlemendtir bûye. Pirtûka ku wekî “Kelama Xezîneyê” an jî “Serencam”ê tê naskirin, mînakeka berçav e der barê hizir û ramanên kesên zana yên wê serdemê de û mirov dikare bibêje lêkolîna der barê vê pirtûkê de dikare bibe sedema geşkirina can û rewanê mirovî.  Ev pirtûk gişt wan metnan li xwe digire ku Sultan Îshaq û mirîdên wî di sedsala 8’an a koçî de nivîsandine. Ev deq ji gelek sirûd nimêj, dua, dab û nerîtên olî û pîşeyî û herwiha nivîsên li ser qurbanîkirin û nezir û nîyazan pêk tê. Deqên wan babetan bi awayekî devkî hatîne parastin û kelambêjan ew ji bo gelê xwe vegotine. Ev kelam bi zaraveyê kurdî-goranî  hatine hûnandin ku yek ji zaraveyên kevnar ên kurdî ye û berê wekî “Fehlewîyat” dihate naskirin. Ew zarave li gel zimanên kevnar ên  Avestayî, Sanskrîtî, Pehlewî Nû xwedî hevahengî û wekhevîyeka xurt e û niha jî xelkê Hewramanê û hin eşîrên kurdan bi wî zaraveyî dipeyivin. Ev pirtûk ku girîngtirîn û pîroztirîn pirtûka Yarsanîyan (Ehlê-Heq) e, li ser bingeha “Donadon” anku zihûra (tecelîya) ruhê di bedenî de hatîye hûnandin û vê dinyayê wekî heqîqetek ji dinyaya din dibîne.  Kelama Xezîneyê bi giştî tê wateya kelama bexşîn û bereketên Xwedê. Xezîne bixwe jî tê wateya mala gencîneyê anku cihê mirov mal û heyînên xwe yên giranbuha lê diparêzin. Di wêjeya yarsanîyê de xezîne tê wateya çavkanîya bexşîn û bereketa Xwedê. Xwedê wiha emir dike û dibêje ku “kilîlên nihênîyan li ba wî ne”.Pirtûka Kelama Xezîneyê ji şeş beşan pêk tê.  Ev metnên resen ên ku bi zaravayê Goranî wek raz û heolbest hatine hûnandin bi awayekî zelal hatine latînîzekirin û piştre jî her beş hatiye wergerandin û şîrovekirin û têbînî li ser hatine zêdekirin. Piranîya mijarên pirtûkê îrfanî û felsefî ne û ev mijar encama hizir û ramanên zanyar û bîrewerên wê herêmê ne ku di sedsala heftan û heştan ya koçî de dijîyan. Ji bo lêkolînerên ku lêkolîna dîn û rê û rêbazên ayînî û efsanewî dikin rêbereka baş û kêrhatî ye.Berhem ji 665 rûpelan pêk tê. SİTAV0148
Nameya Serencamê Yan Kelama Xezîneyê

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.