Odeyek Ji Bo Xwe
Virginia Woolf di vê ceribana berfirehkirî de, ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê, dibêje jin bêyî pere û odeyeke ji bo xwe, bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe, karaktereke xeyalî diafirîne, gelo xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya, serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf, ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser nivîsînê nîşan dide, raberî me dike bê serdestî, şîret û piçûkxistinên mêran çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û rewşa wan a jiyana rastî berawird dike, ji yên mirî ta yên sax ên serdema xwe, çav û hişê xwe li berhemên mêran, ên jinan digerîne. Bêyî navê hînkeriyê, bi rêya romannûsa xeyalî Mary Carmichael, çirayekê pêdixe û jinên dil hene binivîsin gav bi gav ber bi hunera nivîsînê ve dibe, nivîsîneke ji qehr û keser û gazin û hêrsa sedan salan şûştî, ya li ser her mijarê û bê texsîr. Wek asteke kemilî û berz, qala hişê duzayend dike û dema vê barana fikran dibarîne, me jî li keştiyekê siwar dike û di nav bi dehan nav û rûyan, deng û peyvan de dibe rêwîtiyekê.
| Yayınevi | : | Avesta Yayınları |
| Basım Yılı | : | 2021 |
| ISBN | : | 9786257253307 |
| Çevirmen | : | Aynur Kaş |
| Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
