Son kalan ürün: 0
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî

Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
0 Adet
Stok Kodu
LS0111
Stok Durumu
Stok Sorunuz
Fiyat
9,23 USD + KDV
%20 indirim
9,23 USD
7,39 USD
  • Romana Şener Özmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, (romana wî ya pêşîn, Rojnivîska SpinozaLîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava Kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin.  

     

    Romana Şener Özmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê Kurd ê îro û sibehê ye.  

     

    Şener Özmen • Di sala 1971’an de li bajarokê Hezexê yê bi Şirnexê ve hatiye dinê. Di sala 1998’an de wî Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye û di heman salê de jî li Diyarbekrê wek mamostayê nîgarê dest bi kar kiriye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Diyarbekirê didomîne.

    Şener Özmen, di gel wêjevaniyê, di qada navneteweyî de wek hunermendekî aktûel jî hatiye nasîn û di hunerên aktûel de hem bi vê nasnameyê, hem jî wek rexnegir û kuratorekî (gerînendeyê pêşangehan) bi cih girtiye. Gelek nivîsarên wî ên di derbarê hunera aktûel de di gelek katalog û pirtûkan de weşiyane û wî bixwe jî, di sala 2007’an de li ser çalakî berhemên hunera aktûel pirtûkek bi navê “Travma ve Islahat” weşandiye. Wek hunermend beşdarî gelek pêşangehên li Tirkiyeyê û bêhtir derveyî Tirkiyeyê bûye, li ser kurtefîlm û berhemên wî yên hûnerî (wek wêne û defter û xêzeroman û wêneroman) û nexasim li ser helwêsta wî ya hunerî heta îro gelek nivîs jî hatine weşandin û birek ji wan bûne sermijarên tezên akademîk. 

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 207
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî Romana Şener Özmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, (romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, Lîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava Kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin.     Romana Şener Özmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê Kurd ê îro û sibehê ye.     Şener Özmen • Di sala 1971’an de li bajarokê Hezexê yê bi Şirnexê ve hatiye dinê. Di sala 1998’an de wî Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye û di heman salê de jî li Diyarbekrê wek mamostayê nîgarê dest bi kar kiriye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Diyarbekirê didomîne. Şener Özmen, di gel wêjevaniyê, di qada navneteweyî de wek hunermendekî aktûel jî hatiye nasîn û di hunerên aktûel de hem bi vê nasnameyê, hem jî wek rexnegir û kuratorekî (gerînendeyê pêşangehan) bi cih girtiye. Gelek nivîsarên wî ên di derbarê hunera aktûel de di gelek katalog û pirtûkan de weşiyane û wî bixwe jî, di sala 2007’an de li ser çalakî berhemên hunera aktûel pirtûkek bi navê “Travma ve Islahat” weşandiye. Wek hunermend beşdarî gelek pêşangehên li Tirkiyeyê û bêhtir derveyî Tirkiyeyê bûye, li ser kurtefîlm û berhemên wî yên hûnerî (wek wêne û defter û xêzeroman û wêneroman) û nexasim li ser helwêsta wî ya hunerî heta îro gelek nivîs jî hatine weşandin û birek ji wan bûne sermijarên tezên akademîk.  LS0111
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.