Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê
Kovara Tîrêjê ku di sala 1979’an de, bi du zaravayên Kurdî, Kurmancî û Kirdkî der ketiye, di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem kovara xwerû bi Kurdî ye. Kovara Tîrêjê ango helbestên wê xwedî taybetîyên girîng in. Lewra dema weşana kovarê ji hêla sîyasî û civakî ve demeke girîng e û kovar gelek rengvedanên wê demê di xwe de dihewîne. Mebesta vê xebatê, destnîşankirina hîmên bingehîn ên helbestên kovara Tîrêjê û li gorî wan hîmên bingehîn, nirxandin û şîrovekirina helbestên wê ye. Lewra helbestên wê xwedî hîmên hevpar in û ev jî helbesta Tîrêjê dike tradîsyon û ekolek. Ev xebat jî hewl dide ku hîmên bingehîn ên hevpar ên helbestên kovara Tîrêjê destnîşan bike. Helbestên kovarê bi rêbazeke xwîner-navendî û di çerçoveya têgehên weke bîrdozî, estetîka marksîst, dermetnîbûn û derdemîbûnê de hatine analîzkirin û bi vî awayî li ser hîmên hevpar ên helbestan nirxandin hatine kirin.
| Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
| Basım Yılı | : | 2016 |
| Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Spas ji bo hewildanên we