Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk li Tirkiyeyê
(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
98 Adet
Stok Kodu
AVESTA0404
Stok Durumu
Stokta Var
Yayınevi
Fiyat
9,72 USD + KDV
%25 indirim
9,72 USD
7,29 USD
- 6ê çiriya paşîn a 1991ê, Leyla Zanaya kuhêj taze hatibû hilbijartin bo Meclisa Tirkiyeyê, di merasîma vekirinê dehevokeke sonda xwe ya wekîliyê bi kurdî got. Ev rûdan, ku bû binasê polemîkênmezin ên siyasî û civakî, di heman demê de derbirîna nerihetiya Kurdan bûsebaret bi statûya zimanê xwe. Lewre kurdiya ku mehrûm bû ji her çi naskirinekeresmî û ku bikaranîna wê di qada giştî de qedexe bû, di çend qadên sosyal ênberteng de hatibû hepskirin.
Ji hingê ve, siyaset û civak li Tirkiyeyê pir guhorîn.Pêvajoya endametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpayê de bi xwe re pêşketinêngirîng anîn, bo numûne di warê rêzlêgirtin û cîbicîkirina mafên kultûrî de.Bêguman van şert û guherînên taze lez û karîgeriyek da çalakiyên kultûrî ûsiyasî li dor zimanê kurdî. Lê belê, heyama li dû wê bi temamî li ser bi amrazkirina siyasî ya zimanê kurdîava bû; car wekî bingeh û serekanî ji bo mobîlîzasyona siyasî ya kêmîneya kurd,car ji bo derpêşkirin û peytandina gotararesmî ku li ser redkirin û tehqîra kurdiyê ava bû.
Bi her çi halê heyî, hingê, herwekî niha, lêkolînênsosyolenguîstîk ku rewş û şertên kurdiyê raxine ber çavan nebûn. Lap nebûnalêkolînên li ser teswîra sosyolenguîstîka kurdiyê li Tirkiyeyê kir ku em dest bavêjine vê lêkolînê. Me xwest diperspektîfeke sosyolenguîstîk re lê binihêrin û têbigihin ka axêver di jiyana rojane de, sebaret bitercîh û bikaranîna zimanî, muameleyeke çawa dikin bi zimanan re. Lê belê, şertbû ku em ji teswîreke sade ya reftarênbeyankirî yên axêveran wêdetir çûbana. Lewma, me fer zanî ku teswîra li serprêzeyên zimanî, bi nirxandinekeberfireh a şertên sosyo-polîtîk ên cemaeta kurdîaxêv temam bikin. Armanc ji vêyekê bicîkirina diyardeyênzimanî ye di nav konteksta wan de da ku meylên zimanî yên axêveran di navpaşxane û çarçoweya sosyo-polîtîk de bêne têgihiştin.
Ji bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê, lêkolînli dor van 4 pirsyarên li jêrî hatiye avakirin:
1. Îro, kîjan fakterên zimanî û der-zimanî xwedantesîr in li serwerara rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê?
2. Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warê siyasî ûpratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên (perception)welatiyên kurd sebaret bi zimanê xwe?
3. Kîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh û bikaranînakurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî de?
4. Rewşa faktayî ya kurdiyê hevterîb e, an jî heta çi dereceyêhevterîb e, digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyana rojane de ?
Problematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsyareke seretayîku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin: heta çi dereceyê tesîra fakterênsosyo-polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên kurd ên liTirkiyeyê nîşan didin?
| Yayınevi | : | Avesta Yayınları |
| Sayfa Sayısı | : | 231 |
| Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025