Sercem Şi'rên James Joyce - Collected Poems Of James Joyce

Sercem Şi'rên James Joyce - Collected Poems Of James Joyce

(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
99 Adet
Stok Kodu
AVESTA0782
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
10,37 USD + KDV
%25 indirim
10,37 USD
7,78 USD

James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi’r û şa’iriya wî gelekî kêmtir hatiye naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên mezin be di edeba modêrn de. Lew re ji bilî hindê ku wî pêşiyê şi’r nivîsîne û her xwe şai’r zaniye, dirêje an berdewamiya têma û hêmayan û ya cihêrengiya cureyî û şêwazî heye ji şi’ra wî bo nava pexşana wî.

 

Lê belê cudatiyeke wan a xweşbextane jî heye – Joyceê ku bo nimûne di Ulyssesê de xwe li pişt bircên vegêraneke objektîv î bi mi’mariyeke şahane asê kiriye, di nav rêzên şi’ra xwe de mirovekî berdest e bi hez û awat û kerb û keserên xwe ve: Di tak-helbestên Erkê Pîroz (1904) û Gaz Ji Tifikekê (1914) de bi peyvbaziyeke sersûrker şerekî parodîk dike li gel nizama rewşenbîrî ya dewra xwe; di Ecce Puerê de li ber jidayikbûna neviyê xwe bendeke irfanî davêje ser çar nifşên bab û kuran yan jî ser hatî û çûyiyên dinyayê; di sêzdeh şi’rên epîsodî yên Pomes Penyeachê (1927) de bi kamiliyeke hêj narîntir hijmekariya xwe li ber nexşên dinya û fezayê dizikirîne; û, axirî di ser hemûyan re jî, di sî û şeş parçeyên mosîqayî yên Mosîqaya Jûrê (1907) de hestyariyeke şareza ya evîn û jînê bi peyv û awaz dike, her wekî gava dibêje:

 

Li wê saetê ku tişt hemû xwe didine bêhnvedanê,

                        Lo nazirînê tenê yê perên esmanan,

                        Aya tu dibihîzî şevbayî û axînên wan

Çengên ku dijenin li ser Evînê

                        Da vekin derwazeyên zer ên sehergahan? 

 

Ku tişt hemû bêhn vedidin, qey tu bi tenê

                        Hişyar dibî da bibihîzî jena çengên xweş

                        Bo Evîna ji pêş de dayî ser riya xwe gurr û geş

Û bibihîzî bayê şevê yê ku bi lawjeyî difetilînê

                        Ta ku şev berê xwe dide nemanê?

 

Sercem Şi’rên James Joyce, berê çendîn salên kar û renca şa’ir û wergêrê emegdar Kawa Nemir, tevî pêşgotina Michael Patrick Gillespie û bi teqdîmeke berfireh û bi sedan têbîniyên raveker ên wergêrî, bi çapa duzimanî ya ingilîzî-kurdî, portreyekî hundermend ê wek şa’ir dikêşe bo xwînerên kurdîziman. Her wiha, wergera nayab a Nemir, bi hişyariya li ser hûrdekariyên peyvî û wateyî, bi raçavkirina aboriya deqî/tekstuel, û bi pabendiya bi deng û şêwazên guherbar ên şa’irî, berhemeke layîq e bo gewreyiya navê Joyce û bo zimanê Xanî.

 

Ergîn Sertem   

Yayınevi : Avesta Yayınları
Sayfa Sayısı : 240
Basım Yılı : 2022
ISBN : 9786257253833
Çevirmen : Kawa Nemir
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Sercem Şi'rên James Joyce - Collected Poems Of James Joyce James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi’r û şa’iriya wî gelekî kêmtir hatiye naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên mezin be di edeba modêrn de. Lew re ji bilî hindê ku wî pêşiyê şi’r nivîsîne û her xwe şai’r zaniye, dirêje an berdewamiya têma û hêmayan û ya cihêrengiya cureyî û şêwazî heye ji şi’ra wî bo nava pexşana wî. Lê belê cudatiyeke wan a xweşbextane jî heye – Joyceê ku bo nimûne di Ulyssesê de xwe li pişt bircên vegêraneke objektîv î bi mi’mariyeke şahane asê kiriye, di nav rêzên şi’ra xwe de mirovekî berdest e bi hez û awat û kerb û keserên xwe ve: Di tak-helbestên Erkê Pîroz (1904) û Gaz Ji Tifikekê (1914) de bi peyvbaziyeke sersûrker şerekî parodîk dike li gel nizama rewşenbîrî ya dewra xwe; di Ecce Puerê de li ber jidayikbûna neviyê xwe bendeke irfanî davêje ser çar nifşên bab û kuran yan jî ser hatî û çûyiyên dinyayê; di sêzdeh şi’rên epîsodî yên Pomes Penyeachê (1927) de bi kamiliyeke hêj narîntir hijmekariya xwe li ber nexşên dinya û fezayê dizikirîne; û, axirî di ser hemûyan re jî, di sî û şeş parçeyên mosîqayî yên Mosîqaya Jûrê (1907) de hestyariyeke şareza ya evîn û jînê bi peyv û awaz dike, her wekî gava dibêje: Li wê saetê ku tişt hemû xwe didine bêhnvedanê,                        Lo nazirînê tenê yê perên esmanan,                        Aya tu dibihîzî şevbayî û axînên wanÇengên ku dijenin li ser Evînê                        Da vekin derwazeyên zer ên sehergahan?  Ku tişt hemû bêhn vedidin, qey tu bi tenê                        Hişyar dibî da bibihîzî jena çengên xweş                        Bo Evîna ji pêş de dayî ser riya xwe gurr û geşÛ bibihîzî bayê şevê yê ku bi lawjeyî difetilînê                        Ta ku şev berê xwe dide nemanê? Sercem Şi’rên James Joyce, berê çendîn salên kar û renca şa’ir û wergêrê emegdar Kawa Nemir, tevî pêşgotina Michael Patrick Gillespie û bi teqdîmeke berfireh û bi sedan têbîniyên raveker ên wergêrî, bi çapa duzimanî ya ingilîzî-kurdî, portreyekî hundermend ê wek şa’ir dikêşe bo xwînerên kurdîziman. Her wiha, wergera nayab a Nemir, bi hişyariya li ser hûrdekariyên peyvî û wateyî, bi raçavkirina aboriya deqî/tekstuel, û bi pabendiya bi deng û şêwazên guherbar ên şa’irî, berhemeke layîq e bo gewreyiya navê Joyce û bo zimanê Xanî. Ergîn Sertem    AVESTA0782
Sercem Şi'rên James Joyce - Collected Poems Of James Joyce

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.