Stranvan
(0) Yorum - 0 Puan
Kategori
Yazar
Stok Adedi
83 Adet
Stok Kodu
AVESTA0513
Stok Durumu
Stokta Var
Yayınevi
Fiyat
6,60 USD + KDV
%22 indirim
6,60 USD
5,15 USD
“Hebû nebû belê ji Xwedê mezintir nebû, Ehmed Axa Ferman bo me (ez û birayê min Cemşîd) dîrok bû.
Em şagirdên wî bûn. Heftiyê sê car dihat mala me, stran û çîrokên kurdî yên folklorî ji me re digot û me hîn dikir. Em dibirin gerane û di rê de behsa Kurdistan û xelkê me dikir. Bi saya wî em dîroka xwe ya folklorî hîn bûn. Ji me re pir stran digot û behsa welatê xwe yê şîrîn dikir. Eve ji bilî dersên ko Bavo ji me re dida.
Wextê ez piçûk bûm Bavo ez digehandim dibistanê, bi rê de behsa Cizîra Botan dikir. Bavo ji me re digot wextê tu mezin bûyî emê bi hev re herin Cizîra rengîn. Lê mixabin ez bi tenê çûme Cizîrê.
Lewre gelek girîng e em zaroyên xwe ser dîrok û çand û jiyana me ya kurdî mezin bikin, tiştên em li piçûkahiyê hîn dibin nayên jibîrkirin.”
Sînemxan Bedirxan
Çapkirina hemû berhemên Celadet Alî Bedirxan bi “Stranvan” didome. Di vê berhevoka di destê we de me kilam û stranên ku di kovara Hawar û Ronahî de çap bûne, anîn ba hev.
Kilam û stranên di kitêbê de bi giştî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatine berhevkirin/amadekirin. Ji bilî kilamên ku bi navên Djeladet Alî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Dîlokvan ku em difikirin Celadet Alî Bedirxan bi xwe ye, me cî da stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot, Tawusparêz ku mahlasa Roger Lescot ye û ewên din ku bi navê “Stranvanê Jêliyan”, “Kaniya Ereban”, “Esîrî”, “Dilistan”, “Bijîşkê Mîran” û “Diya Ferzo” çap bûne û helbet ê bênav jî.
Me bi awayekî kronolojik pêşî cî da stranên Hawarê, dû re jî yên Ronahiyê, du stranên bi navê Heyran ku pir dişibiyan hevdû, digel ku bi navên cuda û di demên cuda de di Hawarê de hatine weşandin jî me ew li dû hev danîn. Wek her carê li dawiya nivîsan çavkanî hatiye nivîsandin.
Berhemên din ên folklorîk jî di Şîretbêj de kom dibin
| Yayınevi | : | Avesta Yayınları |
| Sayfa Sayısı | : | 128 |
| Basım Yılı | : | 2016 |
| Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026