Teyara Textik

Teyara Textik

(0) Yorum - 0 Puan
Stok Adedi
100 Adet
Stok Kodu
LS0390
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
5,70 USD + KDV
%20 indirim
5,70 USD
4,56 USD

Dilêr Serhed (j. 1995, gundê Kanîreşê yê Gîhadîna Qerekilîsê), wekî berendamekî nivîskarîyê û berhevkarîya berhemên zargotina zimanê Kurdî, di vê berhema xwe ya pêşîn a bi navê Teyara Textik de çîrokeke gelêrî ya dirêj a bi navê Teyara Textik û çîrokeke gelêrî ya kurt a bi navê Bîbilcan û Heft Bira tevî çîroka xwe ya şexsî ya guhdarîkirina li van çîrokan pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike.

Di vê dewr û dewranê de, ku qedrê çîrokên kana xewn û xewn xeyalên afirîner bere bere kêmtir tê girtin, nivîskar û berhevkarê xort, Dilêr Serhed, amajeyê bi tiştekî zehf girîng dike, ew jî ew e ku divê em gencîneyên bîra xwe ya zargotinî ji dest nedin û bi rê û şêweyên cihêreng wan veguhêzine serdema xwe û dahatûyê. Çi ku, ne cîyê gumanê ye ku bêyî vê gencîneya navhatî çênabe ku wêjeyeke me ya neteweyî ya xurt û cîyê şanazîyê pêk bê. Ew qonax jî bi saya serê vê pûtepêdanê dê berdewam bibe, çawa ku Dilêr Serhed dibêje:       

 

"Em bi malbatî îşev li dora tenûra germokî civîyane. Ji ber ku bavê min soza du heb çîrokan dabû me. Erê, yek jî çîrok hene, ên ku me aş dikin, dibine sebra dilan û dibine stargeha me zarokan. Çîrokên ku zarok bi zarok 'emir derbas kirine.

Bavê min çîrokbêjekî xweşik e li ber dilê min. Nizanim bavê min li hinde çîrokan ji kû guhdarî kiriye û rêzî hişê xwe kirine. Bi tenê bi gotina cîya min, bavê min di biçûktîya xwe de zarokekî zehf yanser î bi rik bûye, tiştê ku ew aş bikira jî çîrokên kalikê min bûne û çîrokên civatan bûne ku di dîwanan de têne gotin."

 

Dilêr Serhed girîngîya çîrokên dêrîn ên bav û kalên me careke mayîn tîne bîra me.

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 66
Basım Yılı : 2018
ISBN : 978-605-9295-89-5
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Teyara Textik Dilêr Serhed (j. 1995, gundê Kanîreşê yê Gîhadîna Qerekilîsê), wekî berendamekî nivîskarîyê û berhevkarîya berhemên zargotina zimanê Kurdî, di vê berhema xwe ya pêşîn a bi navê Teyara Textik de çîrokeke gelêrî ya dirêj a bi navê Teyara Textik û çîrokeke gelêrî ya kurt a bi navê Bîbilcan û Heft Bira tevî çîroka xwe ya şexsî ya guhdarîkirina li van çîrokan pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike.Di vê dewr û dewranê de, ku qedrê çîrokên kana xewn û xewn xeyalên afirîner bere bere kêmtir tê girtin, nivîskar û berhevkarê xort, Dilêr Serhed, amajeyê bi tiştekî zehf girîng dike, ew jî ew e ku divê em gencîneyên bîra xwe ya zargotinî ji dest nedin û bi rê û şêweyên cihêreng wan veguhêzine serdema xwe û dahatûyê. Çi ku, ne cîyê gumanê ye ku bêyî vê gencîneya navhatî çênabe ku wêjeyeke me ya neteweyî ya xurt û cîyê şanazîyê pêk bê. Ew qonax jî bi saya serê vê pûtepêdanê dê berdewam bibe, çawa ku Dilêr Serhed dibêje:         ''Em bi malbatî îşev li dora tenûra germokî civîyane. Ji ber ku bavê min soza du heb çîrokan dabû me. Erê, yek jî çîrok hene, ên ku me aş dikin, dibine sebra dilan û dibine stargeha me zarokan. Çîrokên ku zarok bi zarok 'emir derbas kirine.Bavê min çîrokbêjekî xweşik e li ber dilê min. Nizanim bavê min li hinde çîrokan ji kû guhdarî kiriye û rêzî hişê xwe kirine. Bi tenê bi gotina cîya min, bavê min di biçûktîya xwe de zarokekî zehf yanser î bi rik bûye, tiştê ku ew aş bikira jî çîrokên kalikê min bûne û çîrokên civatan bûne ku di dîwanan de têne gotin.''  Dilêr Serhed girîngîya çîrokên dêrîn ên bav û kalên me careke mayîn tîne bîra me. LS0390
Teyara Textik

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.