Son kalan ürün: 0
Xewna Dawî

Xewna Dawî

(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
0 Adet
Stok Kodu
LS0311
Stok Durumu
Stok Sorunuz
Fiyat
7,46 USD + KDV
%15 indirim
7,46 USD
6,34 USD

Berken Berehê bi helbesta xwe ya bi navê “mîna guleke êvelî, ger bubuhire jîna me” bi kovara Tîrêjê gav avêt milkê helbesta Kurdî, di helbestên xwe de da dû êş û kulên vê xakê û wan di tûrikê hiş û dilê xwe de berhev kir, ew bi hestyarî pehtin û daxilî helbesta xwe kir. Ew, dildar û dilsozê dinyayeke gerden-azad, mişt-evîn, biratî û bextewarîyê bû. Wî her da dû wê xewna xwe ya dinyaya ku insan û hemû giyanewer li ser wê bi biratî bijîn. Ji bo sazkirin û damezrandina vê dinyayê hem di qada sîyaset û hem jî di qada nivîskarîyê de wek têkoşerekî cihê xwe girt. Lew, helbestên Berehî digel hestyarîya dilî, dîroka vê erdnîgarîyê ye jî. Wî êş, jan û kula zaroka hê navlênebûyî, ya ketî ber pêla jehrê li Helebçeyê, gundîyên gundên wan hatî şewitandin û valakirin, karkerên li Şirnexê mayî di bin heza bîra komirê de, jar û hejarên li binê guhê dinê jî bi heman rengî jîya. Berken Berehî di jîyan û helbestvanîya xwe de her bû derwêşê êş û işqê û li dor vê têgehê çû û hat û her tişt li gorî wê şîrove kir. Di helbestên xwe de digel êşê, bajarvanîya virnî û bandora wê ya sext û dijwar û pêla wê ya bişaftinê ya li ser kes û civaka Kurdî, bi zimanekî herikbar û resen anî zimên.  

Helbesta Berken Berehî, hawar û qêrîna takekes, civak û xaka (çand, hawirdor, xweza…) Kurda ye ku digel stemkarîya bindestîyê, ketiye bin nîrê bajarvanîyeke sext û virnî. Û ew, vê rastîyê bi hêmayine henûn û bi vegotineke jidil radigihîne helbesthezên Kurdî. Ew ji xwe dide rê, bi ferhenga xwe ya kubar û ji hamasetê dûr, wek pêla behrê xeleka xwe berfireh dike ta dinyayê radipêçe. Em di helbesta wî de li rastîya jîyanê temaşe dikin, dijîn.

Berken Berehê bi her dîwana xwe li derî û delîveyine nû digere, bi vê dîwana xwe jî vê rêwîtî û keftlûlefta xwe berdewam dike. Ew, ji hêlekê ve kemberek din li pira ku dê klasîk û helbesta azad bigihîne hev, zede dike; hem ji bo peydakirina form û şêwazên nû ji bo helbesta azad û hem jî ji nû ve pênasekirina têgeha işqê dikeve nava hewldanekê. Ji qewla Kawa Nemirî “Berken Berehê bi gelek helbestên xwe timî silavê dide nifşê piştî xwe... yê ti tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de...” di vê dîwanê de jî, bi henûnîya peyva Kurdî jîyanê li ber dilê me xweş û geş dike

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 116
Basım Yılı : 2016
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Xewna Dawî Berken Berehê bi helbesta xwe ya bi navê “mîna guleke êvelî, ger bubuhire jîna me” bi kovara Tîrêjê gav avêt milkê helbesta Kurdî, di helbestên xwe de da dû êş û kulên vê xakê û wan di tûrikê hiş û dilê xwe de berhev kir, ew bi hestyarî pehtin û daxilî helbesta xwe kir. Ew, dildar û dilsozê dinyayeke gerden-azad, mişt-evîn, biratî û bextewarîyê bû. Wî her da dû wê xewna xwe ya dinyaya ku insan û hemû giyanewer li ser wê bi biratî bijîn. Ji bo sazkirin û damezrandina vê dinyayê hem di qada sîyaset û hem jî di qada nivîskarîyê de wek têkoşerekî cihê xwe girt. Lew, helbestên Berehî digel hestyarîya dilî, dîroka vê erdnîgarîyê ye jî. Wî êş, jan û kula zaroka hê navlênebûyî, ya ketî ber pêla jehrê li Helebçeyê, gundîyên gundên wan hatî şewitandin û valakirin, karkerên li Şirnexê mayî di bin heza bîra komirê de, jar û hejarên li binê guhê dinê jî bi heman rengî jîya. Berken Berehî di jîyan û helbestvanîya xwe de her bû derwêşê êş û işqê û li dor vê têgehê çû û hat û her tişt li gorî wê şîrove kir. Di helbestên xwe de digel êşê, bajarvanîya virnî û bandora wê ya sext û dijwar û pêla wê ya bişaftinê ya li ser kes û civaka Kurdî, bi zimanekî herikbar û resen anî zimên.  Helbesta Berken Berehî, hawar û qêrîna takekes, civak û xaka (çand, hawirdor, xweza…) Kurda ye ku digel stemkarîya bindestîyê, ketiye bin nîrê bajarvanîyeke sext û virnî. Û ew, vê rastîyê bi hêmayine henûn û bi vegotineke jidil radigihîne helbesthezên Kurdî. Ew ji xwe dide rê, bi ferhenga xwe ya kubar û ji hamasetê dûr, wek pêla behrê xeleka xwe berfireh dike ta dinyayê radipêçe. Em di helbesta wî de li rastîya jîyanê temaşe dikin, dijîn.Berken Berehê bi her dîwana xwe li derî û delîveyine nû digere, bi vê dîwana xwe jî vê rêwîtî û keftlûlefta xwe berdewam dike. Ew, ji hêlekê ve kemberek din li pira ku dê klasîk û helbesta azad bigihîne hev, zede dike; hem ji bo peydakirina form û şêwazên nû ji bo helbesta azad û hem jî ji nû ve pênasekirina têgeha işqê dikeve nava hewldanekê. Ji qewla Kawa Nemirî “Berken Berehê bi gelek helbestên xwe timî silavê dide nifşê piştî xwe... yê ti tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de...” di vê dîwanê de jî, bi henûnîya peyva Kurdî jîyanê li ber dilê me xweş û geş dike LS0311
Xewna Dawî

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.