Xwezî Marê Bikujin
Xwezî Marê Bikujin
Hesen, ji bo rûmeta malbatê, bi zext û zora meriv û gundiyên xwe, neçar dimîne ku diya xwe bikuje. Ev kuştina ku di neh saliya xwe de bi destê xwe kiriye, wê tu caran nekeve serê wî, qebûl neke û tu wateyê jî nedê. Romana Xwezî Marê Bikujin ku nîşanî me dide, çavsoriya civakî çawa dikare zarokekî bike kujer, bala xwe dide ser qurbanên heman civakê...
“Afirîneriya wî ya dewlemend ku gazî herkesî dike, Yaşar Kemal nêzîkî klasîkên mezin ên dem û dewranên wêdetir dike...”
Michel I. Makarius, Jeune Afrique (Fransa)
“Hunera Yaşar Kemal, li hinek deveran bi êşê, li hinek deverên din bi destwerdanên helbestî; bi dijwariyê, bi sextiyê, bi kontrolkirinê, bi zexmiyê hatiye rengandin...”
The Listener
“Romaneke kurt ku enerjiyeke afirîner a dijwar wê diherikîne...”
World Literature Today (Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê)
| Yayınevi | : | Nubihar Yayınları |
Spas ji bo hewildanên we