Zend 25 - Bihar 2017

Zend 25 - Bihar 2017

(0) Yorum - 0 Puan
Kategori
Stok Adedi
59 Adet
Stok Kodu
ZE025
Stok Durumu
Stokta Var
Dergiler
Fiyat
5,91 USD + KDV
%0 indirim
5,91 USD

Di vê hejmara Zendê de dîsa gelek gotarên akademîk ên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de cih digirin. Di vê hejmarê de du heb rapirsîn cih digirin; yek ji van der barê bajarên ku hatine rûxandin de ye, ev rapirsîn ji hêla Komeleya Koçberan ve wekî projeyeke bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin. Gotara rapirsînê ji hêla yek ji amadekarên rapirsînê Bîlal Yildiz ve hatiye nivîsandin.

Rapirsîna duyemîn der barê rewşa zimanê kurdî de ye. Suat Ozalp li 28 navçeyên Stenbolê bi 506 kesan anket daye dagirtin û encamên van anketan wekî gotarekê amade kiriye.  Di vê nivîsê rewşa zimanê kurdî ya li nav kurdên ku li Stenbolê dijîn û helwesta wan kurdan a li hemberî kurdî li ber çavan hatiye raxistin.

Ev hejmar bi hevpeyvînekê dest pê dike, di vê hevpeyvînê de Denîz Gunduz der barê zaravayê kirmanckî û xebatên xwe yên wêjeyî de agahiyên berfireh dide. Ev hevpeyvîn ji hêla Alî Aydin Çîçek ve hatiye kirin û bi zaravayê kirmanckî ye.

Ji bilî van nivîsan, hinek lêkolînerên ku xwînerên Zendê wan dinasin, di vê hejmarê de jî bi gotarên xwe yên nû balê dikêşin. Şemoyê Memê di vê hejmarê de jî dîsa mijareke têkildarî çand û wêjeya hildaye dest; ew îcar jî bala xwîneran dikêşe ser çîrok û çarenûsa hevpar a lehengên mîna Sîawûş, Zembilfiroş û Yûsif.  Samî Tan di vê hejmarê de gotarek der barê Osman Sebrî de nivîsandiye, di vê gotarê de ew balê dikêşe ser nivîsên Osman Sebrî yên di Kovara Ronahî de û zimanê van nivîsan.

Derûnînas Mesut Umar jî di vê hejmarê de bi sernavê “Îstîsmar û  Îhmala Zarokan” gotarek nivîsandiye.  Ew bi vê gotarê balê dikêşe ser kêşeyeke girîng a civakî.  Yek ji nivîskarên kovarê zimanzan Zana Farqînî ye, wî jî di hejmarê de mijara “Ji Lêkeran Çêkirina Hin Cureyên Bêjeyan” hildaye dest.  Ji bilî van nivîsan di vê hejmarê Diyako Haşimî gotarek der barê “Wergernasî”yê de,  Zekî Akdag der barê devoka Semsûrê de û  Memed Çağdavul der barê gotinên pêşiyan de nivîsandiye.

Sayfa Sayısı : 96
Basım Yılı : 2017
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Dergi : Zend
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Çok memnun kaldım her zaman alisverisime devam edecegiz
Zeynep Dikişçi | 25/07/2026
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Zend 25 - Bihar 2017 Di vê hejmara Zendê de dîsa gelek gotarên akademîk ên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de cih digirin. Di vê hejmarê de du heb rapirsîn cih digirin; yek ji van der barê bajarên ku hatine rûxandin de ye, ev rapirsîn ji hêla Komeleya Koçberan ve wekî projeyeke bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin. Gotara rapirsînê ji hêla yek ji amadekarên rapirsînê Bîlal Yildiz ve hatiye nivîsandin.Rapirsîna duyemîn der barê rewşa zimanê kurdî de ye. Suat Ozalp li 28 navçeyên Stenbolê bi 506 kesan anket daye dagirtin û encamên van anketan wekî gotarekê amade kiriye.  Di vê nivîsê rewşa zimanê kurdî ya li nav kurdên ku li Stenbolê dijîn û helwesta wan kurdan a li hemberî kurdî li ber çavan hatiye raxistin.Ev hejmar bi hevpeyvînekê dest pê dike, di vê hevpeyvînê de Denîz Gunduz der barê zaravayê kirmanckî û xebatên xwe yên wêjeyî de agahiyên berfireh dide. Ev hevpeyvîn ji hêla Alî Aydin Çîçek ve hatiye kirin û bi zaravayê kirmanckî ye.Ji bilî van nivîsan, hinek lêkolînerên ku xwînerên Zendê wan dinasin, di vê hejmarê de jî bi gotarên xwe yên nû balê dikêşin. Şemoyê Memê di vê hejmarê de jî dîsa mijareke têkildarî çand û wêjeya hildaye dest; ew îcar jî bala xwîneran dikêşe ser çîrok û çarenûsa hevpar a lehengên mîna Sîawûş, Zembilfiroş û Yûsif.  Samî Tan di vê hejmarê de gotarek der barê Osman Sebrî de nivîsandiye, di vê gotarê de ew balê dikêşe ser nivîsên Osman Sebrî yên di Kovara Ronahî de û zimanê van nivîsan.Derûnînas Mesut Umar jî di vê hejmarê de bi sernavê “Îstîsmar û  Îhmala Zarokan” gotarek nivîsandiye.  Ew bi vê gotarê balê dikêşe ser kêşeyeke girîng a civakî.  Yek ji nivîskarên kovarê zimanzan Zana Farqînî ye, wî jî di hejmarê de mijara “Ji Lêkeran Çêkirina Hin Cureyên Bêjeyan” hildaye dest.  Ji bilî van nivîsan di vê hejmarê Diyako Haşimî gotarek der barê “Wergernasî”yê de,  Zekî Akdag der barê devoka Semsûrê de û  Memed Çağdavul der barê gotinên pêşiyan de nivîsandiye. ZE025 Zend 25 - Bihar 2017

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.