x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-25 % YADAŞT-Başurê Kurdistan û Şoreşa Şêx Mehmûd
  • Amadekar: Ziya Avcı

  • Yadaşt, bîranînên mamosta Refîq Hilmî yên dema yekê û duduyan a hikimdarîya Şêx Mehmûdê nemir e. Mamosta Refîq Hilmî di van her du demên hikimdarîya Şêx Mehmûd de kesekî herî nêzîk ê li derûdora Şêx Mehmûd bû. Ji ber vê sedemê, em dikarin bibêjin ku ew şahidê hemû bûyer û pêwendîyên di navbera Şêx Mehmûd û Îngilîzan de, Şêx Mehmûd û Tirkan, terefdarên Tirkan ên li Başûrê Kurdistanê, Şêx Mehmûd û Simko de ye.

    Di van bîranînan de, gelek bûyerên girîng û balkêş hene. Piştî heştê salî, yanî nêzîkî sedsalekê, dema ku mirov îroj jî li bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê diqewimin, qonaxa ku tê re derbas dibin û têkilîyan dinêre, mirov dikare bibêje ku dîrok dixwaze xwe careke din dubare bike. Lêbelê, di cihê eşîr û malbatên wî çaxî de, ên ku serwerîya tevgerê dikir, niha partî û grûpên sîyasî hene ku ev yek jî bipêşveçûna civaka Kurd dide dîyarkirin û eşkere dike ku amyar û keresteyên têkoşîna gelê Kurd guherîne, lê dîsa jî ew dek û dolab hîn jî hene ku wê demê bûn sedema neserketina tevgera Şêx Mehmûd.

    Di vê berhema giranbiha de, Refîq Hilmî behsa gelek milên nenas ên tevgera nemir Şêx Mehmûd dike, ji kitekitên jîyana wî, vegera wî ya Silêmanîyê û tevgera wî di hengama Şerê Cîhanê yê Yekem de. Berhem her weha balê dikişîne ser hevrikîya Tirkîye û Îngilistanê li ser Başûrê Kurdistanê û bikaranîna gelê Kurd di ber armancên xwe de. Li milekî din, behsa şerê di navbera şoreşgerên Kurd û leşkerên Îngilîzan tê kirin ku bi rengekî nedadwerîyane bi rê ve diçû.

    Ev belgeya dîrokî ya nirxdar ne tenê vebêjera dîroka Serîhildana Şêx Mehmûd, lê ew dikare wekî şahidîyeke bêhempa a dîroka Başûrê Kurdistanê di bin sîya dagirkerîya Îngilistanê de were pejirandin.

Details
PublisherLis-Yayınları
Paper431
LanguageKurdish
CategoryKürt-Tarihi-ve-Arastirmalari-Kitaplari

Write a review

Please login or register to review

YADAŞT-Başurê Kurdistan û Şoreşa Şêx Mehmûd

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

40 TL İndirim

600 TL siparişinize 40 TL indirim. Sepetim sayfasında kullanabilirsiniz. Kupon: İNDİRİM40

  • 140.00TL
  • 105.00TL
  • Ex Tax: 105.00TL
  • Price in reward points: 4800

Tags: YADAŞT-Başurê Kurdistan û Şoreşa Şêx Mehmûd, Refîk Hilmî, Lîs Yayınları,