x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
6. Kış Kitap Fuarı Başladı. %60'a varan indirim
-30 % Serencama Mirinekê
  • Werger: Ciwanmerd Kulek
  • Serencama Mirinekê xelekeke girîng e ji zincîreya berhemên Gabriel García Márquez,

    wan berhemên giranbiha yên ku ji kaniya serpêhatî û çavdêriyên jiyana nivîskêr û cîhana derdora wî bi xwe dizên û bi şêwaza efsûnkar a Márquez têne hûnandin. Ev romana ku berî ku nivîskar Xelata Nobelê wergire bi salekê, derdiçe, yek ji baştirîn mînakan e ku bi azmûneyên nivîskêr ên rojnamegeriyê û şarezayiyên wî yên rind ên hûnak û aşopê bişkiviye. Serencama Mirinekê, çîroka mirinekê ye, mirineke ku ji bilî kuştiyê wê her kes pê dizane ku dê biqewime, kujerên wê her tiştî  dikin da ku hin rêgiriyê bikin li vê kiryarê, lê kuştiyê wê bêhay, gav bi gav ber bi dawiya ku çarenûsê diyar kiriye, ve diçe. Ev çîroka ku Márquez bi aşopeke xurt sêwirandî, bi çavekî  hûrbijêr dîtî û pênûseke tûj û nazik nivîsandiye û qewama wê vedigere bûyereke rastî a demên xortaniya wî, li ser qewîtî û şîretên diya wî, ancax piştî ku lehengên wê ji vê dinyayê koç dikin, tê nivîsîn. Yên ku vê çîroka dilsoj, bi raz û nihêniyan meyandî, bixwînin dê bibînin ku lehengê vê çîroka, ku ne tenê li gundekî li perekî dûr ê cîhanê lê li şûnûwarên me jî encam dide, hê jî di nav me de dijîn. Kitêba ku mînaka herî kurt û bijareye ji şêwaz û nîgara yek ji mezintirîn nivîskarên cîhanê ên heta îroyîn. G.G. Márquez bi saya Weşanxaneya Lîsê û wergerandina Ciwanmerd Kulek, ji niha de cihê xwe yê yekta digire di nav wergerên ji wêjeya cîhanê de.

Details
PublisherLîs-Yayınları
Paper96
LanguageKurdish
TranslatorCiwanmerd Kulek
CategoryRoman-Novel-Öykü

Write a review

Please login or register to review

Serencama Mirinekê

Ücretsiz Kargo

100 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 20.00TL
  • 14.00TL
  • Ex Tax: 14.00TL
  • Price in reward points: 1920

Tags: Serencama Mirinekê, Gabriel García Márquez, Lîs Yayınları,